
Heyeta dadgeha “Doza çapemeniya KCK’ê” ya 46 rojnameger pê tên dadgehkirin, îdîanameya dadgehkirinê ji doza Midûrê Şaxa TEM’ê yê Stanbolê Yurt Atayun û zabitên wê xestin.
Li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çagliyena Stenbolê, “Doza çepemeniya KCK’ê ya 46 rojnamerger tê de tên dadgehkirin, bi rê ve çû. Rojnameger Nurettîn Firat, Çagdaş Ulus, parêzerên Platforma Hiqûqên Azad (OHP) û parêzerên rojnamegeran beşdarî dozê bûn. Dadgehê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir; dozger daxwaz kir ku mijarên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin. Piştre parêzerê rojnameger Çagdaş Ulus Huseyîn Ersoz xest ku daxuyaniyên têkildarî Midûrê Şaxa Têkoşîna qaşo li dijî Terorê yê Stembolê Yurt Atayun li ber çavan bigirin. Heyeta dadgehê dûrê biryara xwe ya navberê da. Heyetê, têkildarî rojnameger Îsmet Kayhan biryara girtinê da û xwest di çarçoveya “Sûcê rêxistinê” yên rojnamegeran de ew bikeve ber lêpirsînê. Dadgehê belgeyên îdîanameya Yurt Atayun jî xwestin.
MA / STENBOL