Li bajarê Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê New Yorkê, çav li rê ye dozeke balkêş bi rê ve biçe; li wir nûnerên miletên Herero û Nama ku li Namîbyaya roja îro dimînin, dozê li dewleta Elman vedikin ji ber qirrkirinê. Komara Federal a Elmanyayê di warê hiqûqî de weke selefê împeretoriya Elman a hingê t dîtin ku ev qismê rojavayê Efrîkayê ji xwe re hingê kiribû kolonî. Hêza kolonial a Elman hingê di navbera 1904 û 1908´an de ji sedî 80´yê Herero û ji sedî 50´yê Namayan bi temamî ji holê rakirin û qirra wan anîn. Hingê vê hêza kolonyal a Elman Fermanên Tinekirinê (Vernichtungsbefehl) dan ku fermî ne; di wan de eşkere ferman tê dayîn ku tevahiya mêran bên kuştin û herçî zarok û jin in jî heger dernekevin derveyî sînorên koloniya Elman, ew jî bên kuştin. Herçî Nama ne, wan şerekî eşkere li dijî Elmanan nekir, ji ber wan dît çi hat serê Hereroyan, lê di dawiyê de wan jî serê xwe tewand û nîvî serjimara wan hat tinekirin. Bi her halî, ji ber ku rûbirûbûneke bi qirrkirinê re pû hesabpirsînek pêk nehatiye, paşiyan van herdu gelan îro jî hîna dilrehet nînin. Paşiyên kesên ji qirrkirinê sax filitîn, niha li New Yorkê doza xwe birin ber dadgehê. Gelo doz wê biçe ber juriyê? Di çarçoveya vê dozê de, li New Yorkê ji doh ve îfade tên danîn. Di îfadeya li ser navê dewleta Elman hatî dayîn de hat xwestin ku doza tezmînatî ya herdu miletan li dadgehê hîç neyê qebûlkirin. Parêzerê hikûmeta Elman xwe avêt pişt “mafê destnedanê yê dewletan” û got, qedexe ye dewletek li ber dadgehên welatekî din bê dadgehkirin.
Nûnerên her du gelan jî ku bi heyetên mezin ji bo îfadedanê amade bûn, îşaret bi fermanên eşkere yên qirrkirinê kir û got, ya ku em dixwazin beriya hertiştî mikurhatina li sûc û doza lêbihurînê ye. Helbet nûnerên Herero û Namayan doza tezmînatê jî dikin. Hîna nediyar e ka dadgeh wê dozê ji bo pêvajoya dadgeriyê ji bo ku biber ber juriyeke mezin qebûl bike yan na. Bi her halî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê qanûnek heye ku destûrê dide ji ber sûcê li dijî mirovahiyê doz li dewletan bê vekirin. NEW YORK/BERLÎN