Sîxurê Tirk ê ku bi xebatên îstîxbaratê û planên reşkujiyê li dijî siyasetvanên KUrd hat rojevê, M. Fatih Sayan 7´ê Îlonê derdikeve pêşberî dadgehê.  

Endamê MÎT´ê Mehmet Fatih Sayan bi nûçeya me ya 15´ê Çiriya Paşîn a 2016’an a bi sernûçeya “Fatih Sayan ve ekibi cinayete hazırlanıyordu (Fatîh Sayan û koma wî xwe ji mêrkujiyê re amade dikir)” hatibûn îfşakirin. Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê, der barê rûniştina dozê ya 7´ê Îlonê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sayan ji sala 2013´an ve ji bo dewleta Tirk li Elmanyayê xebitiye û ji 2013´an ve jî yekser ji bo MÎT´ê kar kiriye. Li gorî daxuyaniyê Sayan ji Îlona 2015´an û pê ve dest bi xebata îstîxbaratê li dijî civaka Kurd a li Elmanyayî kiriye. Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku Sayan derbarê hevserokê hingê yê NAV-DEM´ê Yüksel Koç û hin siyasetvanên Kurd de agahî berhev kirine. 

Di daxuyaniyê de îşaret pê tê kirin ku Sayan rapor nivîsiye, û ji MÎT´ê herî kêm 30 hezar euro pere standine.


Reşkujiyê nabînin!

Di îdîanameyê de amadekariyên reşkujiyê nayên dîtin. Hevserokê niha yê KCDK-E´yê Yuksel Koç jî der barê mijarê de got, “Ji bi ku ne wek şahid lê dawedar ez di dozê de midaxil bim, miracaetên pêwîst ên hiqûqî ez ê bikim. Ji bo ku di dozê de ser planên reşkujiyê neyê girtin, ez ê dozê bişopînim.“

7´ê Îlonê rûniştina dozê ya destpêkê li saet 10´an li navnîşana Sievekingpl. 2, 20355 Hamburgê (Saal 288)  pêk tê, 8´ê Îlonê jî Yuksel Koç heman saetê weke şahid îfadeya xwe dide.  


 NAVENDA NÛÇEYAN