ALADDÎN SÎNAYÎÇ / LONDON

Şervana YPJ´ê ya Ingilîz Hêlîn Qereçox (Anna Campbell) 15´ê Adara 2018´an di dema êrişên dagirkeriya qirker a dewleta Tirk de li Efrînê şehîd bûbû. Dewleta Tirk destûr nedabû ku cenazeyê wê bigihîje malbata wê. Bavê Hêlînê, Dirk Campbell dixwaze bi kampanyayê dozeke hiqûqî li dijî dewleta Tirk veke û pê re jî kar û dozên din jî bike.

Di êrişên dagirkeriya qirker a dewkleta Tirk de di navbera 20´ê Çile û 18´ê Adara 2018´an de bêhtirî 300 sivîlî hatin qetilkirin û bi sedhezaran mirov jî bi darê zorê hatin koçberkirin.

Nikarî cenaze wergire

Di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de Hêlîn Qereçox  a femînîst û hawîrdorparêz, 15´ê Adara 2018´an şehîd bû. Ew Gulana 2017´an çûbû Rojava û tevlî nav refên YPJ´ê bûbû. Malbata wê ji bo ku karibe cenazeyê keça xwe wergire hem miracaetî dewleta Tirk û hem jî ya dewleta Meliktiya Yekbûyî (Ingilîstan) kir, lê ev hewldan bê encam man.  Dirk Campbell got, “Anna ji bo jiyanake azad şer dikir û şehîd bû. Hiştina bedena bêruh a keça min di bin xirbeyên bajêr de şerm û rezîliyeke Meliktiya Yekbûyî û ya dewleta Tirk e.”

Hiqûqa navneteweyî binpê kir

Dirk Campbell got, dewleta Ingilîz û meqamên wî miracaetî wan kiriye bi ti awayî pê re nebûne alîkar û ji ber wê jî ji bilî doza hiqûqî rê li ber wî nemane. Wî got, dewleta Tir niha jî dagirkeriya xwe li bajarên din ên Rojava dewam dike, sûcên şer ên li Efrînê li van deveran dubare dike û wiha peyivî: “Mafê min e ku ez cenazeyê keça xwe wergirim. Dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê kir.”

Kampanya berhevkirina alîkariya ji bo vê doza hiqûqî ya li dijî dewleta Tirk,  li ser malpera Crowdfunding bi navê “Bring Anna Home” wê 16 rojên din dewam dike.