Bordî Sivîl ji bo Şopandina Karê Yasayî yê bûdceya 2017’an a Iraqê çend daxwaz pêşkêşê parlamenterên Kurd li Parlamentoya Iraqê kir. Parlamenter Emîn Bekir jî got, ew ê doza yasayî li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê vekin.
Nûnerên Bordî Sivîl ji bo Şopandina Yasayî ya bûdceya 2017’an a Iraqê doh çû serdana ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê. Di serdanê de çend daxwaz pêşkêşê parlamenterên Kurd li Parlamentoya Iraqê kirin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê Bordî Sivîl ji bo Şopandina Yasa ya bûdceya 2017’an ya Iraqê, Tariq Tahir têkildarî daxwazên pêşkêşê parlamenterên Kurd kirine, got; “Wekhevî û tifaqa tevahî kom û parlamenterên Kurd li Bexda pirr giring û pêwîst e. Em daxwaz dikin ku ev yekgirtin di berjewendiyê welatî, xelk û mûçexwerên Herêma Kurdistanê de bê pêkanîn.”
Komê her weha xwest li hemberî alî û desthilatên destûr nadin yasaya bûdceyê bê pêkanîn, li Dadgeha Federalî ya Iraqê doz bê vekirin.
Piştre jî parlamenter Emîn Bekir li Parlamentoya Iraqê got; “Me hemû koman dest bi miracaeta vekirina doza yasayî li hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê li Dadgeha Federalî ya Iraqê kiriye. Her wiha em ê dozê der barê hikûmeta Herêma Kurdistanê de zêdetir bikin, ji ber ku girêdayî pêkanîna yasaya bûdce û mûçeyê karmendan nemaye. Weke heyî nade. Sîstema paşxistina mûçe bi kar tîne û di vê sîstemê de neyasayîbûn heye.”
RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ