Rayedarê hikûmeta Elman ku li Dadgeha Sulhê ya Munchenê bersiva pirsên dadger da, li ser pirsa çima PYD ne qedexe ye, nizanîbû çi bibêje, û got di nava meseleyê de gelek lîstik hene. Dadgehê biryara beraetê da ji bo kesa ji ber nîşandana ala YPJ´ê dihat dadgehkirin.
Di dema Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de aktîvîstekê di xwepêşandana protestoyî de ala YPJ’ê nîşan dabû û ji ber vê yekê doz lê hatibû vekirin. Di dozê de biryara beraetê hate dayin. Li aliyê din li bajarê Elmanyayê Brauschweigê Kurdek û Elmanek doh ji ber doza lixwekirina T-shirtên bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, derketin pêşberî dadgehê.
Lêpirsînên ku polîs û dozgerên Eyaleta Bavyerayê bi hinceta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD û YPG/YPJ’ê li aktîvîstên Kurd û Elman vedikin ji dadgehan vedigerin.
Aktîvîsteke Elman ku li Nurnbergê dimîne di xwepêşandana protestokirina Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de Sibata 2018’an ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê ala YPJ’ê hildabû.
Bi îdîaya ‘propaganda PKK’ê kiriye’ dozgeriya Munchenê ew xistibû ber lêpirsînê. Rûniştina doza aktîvîstê doh li Dadgeha Silhê ya Munchenê pêk hat. Dozgerî xwest, aktîvîsta ku navê wê nehate eşkerekirin ji ber ku sembolên qedexekirî hildaye bê cezakirin.
Çima ya dadger bê bersiv ma
Rayedarekî Wezareta Karên Hundir jî weke ‘şahid’ li rûniştina dozê axivî û parastina sedema qedexekirina alên YPG/YPJ û PYD’ê kir. Rayedar diyar kir ku her sê organîzasyon ne qedexe ne, lê belê hildana sembolên wan qedexe ye. Serokê dadgehê jî pirsa ‘Baş e çima PYD ne qedexe ye?’ li rayedar kir û rayedar got, di nava meseleyê de gelek lîstik hene û esas, ev pirs bê bersiv hişt.
Rayedarê Wezareta Karên Hundir wekî din jî got, di nava “Teqwîma salane ya çalakiyan a PKK’ê ya Elmanyayê” de çalakiya li Munchenê nîne, lewma hildana ala YPJ’ê bi tena serê xwe ‘sûc’ nîne. Bi vê yekê re dadgehê biryara beraetê da û lêpirsîn betal kir.
Ji ber T-shirtê Ocalan doz
Doh li Dadgeha Sulhê ya Brauschweigê jî rûniştina doza ji ber lixwekirina T-shirtê wêneyê Ocalan li ser dest pê kir. Doz li dijî kurdekê û Elmanekî ye.
Elamnê tê dadgehkirin, çakakgerekî siyasî ye ku 20 Çiriya Pêşîn a 2017´an li navenda bajarê Brauschweigê di xwepêşandaneke ji bo azadiya Ocaln de, T-shirtek li xwe kiriye ku li ser wêneyê Ocalan hebûye. Beşdarekî din ê wê xwepêşandanê jî tê dadgehkirin ji ber ku gotiye “Bijî Serok Apo”.
Înîsiyatîfa Dostên Tevgera Azadiya Kurd ji bo çalakiyê banga piştgiriyê kir. Di daxuyaniya Înîsiyatîfê de sernivîsa Li dijî hevkariya Elmanyaya Federal mit Faşîzma Tirk re! Pişta dozlêkiriyan bigirin! bi kar anî.
Bi daxuyaniyê em fêr dibin ku jina doz lê hatiye vekirin, Seroka Komina Jinan Zozan Cudê ye û doza li dijî wê ji ber gotina slogana “Bijî Serok Apo” ye. Înîsiyatîfê îşaret bi girîngiya çareseriyeke siyasî û bi muzakereyên demokratîk hat kirin û hat gotin, “Dozên wisa nîşan didin ku Tirkiyeya faşîst û hevgirên wê yên NATO´yê qet ji berjewendiyên xwe çareseriyeke wisa nabînin, lê em dibînin.”
Dema nûçeya me dihat amadekirin hîna li ser rûniştina dozê ti agahî negihiştibû ber destê me.
MUNCHEN / BRAUNSCHWEIG