Di doza li dijî siyasetvanên Kurd û Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, hefteya bihurî li Navenda Dadgeriyê ya Parîsê dewam kir.

Piştî operasyona polîsê Franseyê, lêpirsînê 1´ê Hezîrana 2009´an dest pê kir, 9 salan dirêj kir, û niha jî siyasetvanên Kurd derketin pêşberî dadger. Di dozê de îna bihurî dozger mutaalaya xwe xwend. Diozger ji bo Siyasetvanên Kurd Abdullah Ocalan, Idrîs Guzel, Bulent Atmaca û Adil Daşkin doza girtîbûna 4 salan kir, pêre jî doza lêgerîna navneteweyî ya ji bo Adil Daşkin û Bulent Atmaca yîn li dadgehê neamade kir. Dozger ji bo dikandarê Kurd Ismaîl Akgul doza girtîbûna 15´an girtîbûnê kir û 15 mehên lê zêdekirî yên kontrola edlî kir.

Dozger ji vê û wê de ji bo siyasetvanên Kurd Abdullah Ocalan, Idrîs Guzel, Bulent Atmaca û Adil Daşkin xwest ku li gorî qanûna 2015´an bikevin ber fîşkirin û mohrkirina li gorî FIJAIT´ê.  

Piştî muaalata dozgerî, parêzeran mudafiyên xwe parast û heteya dadgehê da zanîn ku ew ê biryara xwe çarşema li pêşiya me saet 13:30´î, li rûberî siyasetvanên Kurd eşkere bike.


FIJAIT çi ye?

FIJAIT, navê dosyayeke fîşkirin ango deqkirina wan mirovan e ku ji ber sûcên terorê hatine dadgehkirin yan jî ketine ber lêpirsînan, bi armanca kontrolkirina wan di nava sînorên neteweyî yên Fransayê de. Li gorî qanûnê, dadgeh deqkirina mirovan li gorî FIJAIT´ê di rûyê wan de dixwîne. Bi vê jî, kesê hatî deqkirin, 10 salan dema ji bajarê lê dimîne, yan jî ji welêt dereve divê polîs agahdar bike. Ji bo kesên temenê wan di bin 18 salan de ev mohleta destpêkê 3 sal in. Piştî deh salan, kesê mexdûr dikare miracaetî dadgehê bike û dadgeh dikare yan deqkirinê betal bike yan jî deh salên din dirêj bike. Kesên bi FIJAIT’ê deqkirî dikarin bi destê meqamên edlî yên herêmî, meqamên îstîxbarî, hin xizmetên îdarî, şaredar û rêveberên cihê ve bên kontrolkirin.

Li Fransayê wekî din sîstema fîşkirinê ya RPF û FSPRT ji bo deqkirina kesên tundraw ên siyasî û dînî heye,

DEqkirina herî berbelav jî deqkirina sîstema S ye ku pê ji sala 1960´î ve pêşî çepgir û paşê gelek kesên din hatin deqkirin. 13 Mijdara 2015’an piştî êrişên DAIŞ´ê serokwezîrê hingê Manuel Valls got, qederê 20 hezar kesî li gorî vê hatine fîşkirin û 10 hezar ji van jî KUrd in û weke sempatîzanê PKK´ê hatine fîşkirin.

Deqkirinê mayî dikarin biguherin, lê herçî tîpa S ya deqkirinê ye, heta ku mirov li Fransayê be, naguhere. 


PARIS