Dr. Medya a bi eslê xwe Elman bi salane li herêmên cûda ên Qendîlê nexweşiyên gel derman dike û rê li belavbûna nexweşiya digre, ji ber kar û xebatên xwe ji aliyê şandekî ya Qezadizê ve hat xelat kirin.
Xelat bi meresimekê bi beşdarbûna endamên nexweşxaneyê û şandeyê pêk hat û bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Di destpêkê de ji aliyê mamosta, nivîskar û çalakvan Xalîd Îbrahîm ve hejmarek pirtûk wek diyarî li karmend û doxtorên nexweşxaneyê hat diyarîkirin. Pişt re jî li ser navê şandeyê Qeladizê Ebdûlrehîm Ehmed diyarî da Dr. Medya. Ebdulrehîm Ehmed li wir axivtinek kir û da diyar kirin ku, em ji ber ked û têkoşîna Dr. Medya spasiyên xwe pêşkêşî dikin û got: “Em spasî Dr. Medya dikin. Medya dixtorekî bi eslê xwe Elmane lê belê li ser çiyayê Kurdistanê xizmeta gelê Kurd dike, bi dilsozî nexweşiyên gel çareser dike ji ber vê erka wê ya pîroz dûbare em spas dikîn.”
'Xelata herî mezin şehîdên me ne'
Dr. Medya ji li ser navê xebatkarên nexweşxaneyê axivî û di destpêkê de spasiya şandeyê kir û wiha got: “Ne ez bi tenê hemû hevalên me bi dilsozî û bê beramber xebatê dikin. Xelata we ji bo min cihê şanaziyê ye, lê belê gelek hevalên me yên din hene ji min zêdetir kar û xebat kirine. Ez mizgîniyê didin hemû gelê Kurd ku niha çend kesayetên din ên Elman hatine ji bo xebat kirina gelê Kurd. Bi dûbare spasiya we dikim, spasiya ked û xebata we dikim.”
HELMET GULSER/ROJNEWS