Piştî sê rojan Berpirsê Desteya Rêveberiya Eniya Demokratîk a Gel Dr. Mihemed Kiyanî û çalakvanê medenî Hewrê Kurdî yên li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatîn binçav kirin, hatin berdan. Dr. Mihemed Kiyanî û Hewrê Kurdî li Hewlêrê di dema xwepêşandana li dijî êrîşên çeteyên girêdayî PDK'ê yên 3´yê Adarê li dijî Şengalê de 4´ê Adarê hatinbûn girtin. Tevî ku Kiyanî û Kurdî hatin berdan, hîna nûçegihanê RojNewsê, Siware Mihemed û gelek çalakvan nehatine berdan.

Çalakvanê medenî Fûad Zîndanî yê bi xwe jî roja xwepêşandanê hat binçavkirin gahî dan û got; "Niha Dr. Mihemed Kiyanî û çalakvan Hewrê Kurdî hatin azad kirin. Lê agahî ji kesên din ên hatine binçavkirin nînin."

Di xwepşandana protestokirina êrişên çeteyên PDK´ê de ya 4’ê Adarê li Hewlêrê bi rê ve çû, asayîşa Hewlêrê êriş bire ser xwepêşandêran û nehişt xwepêşandan pêk were. Piraniya xwepêşendêran û rojnamevanên çalakî dişopandin jî hatibûn binçavkirin.

Di dema xwepêşandanê de nûçegihanê RojNewsê, Siware Mihemed hat binçav kirin û hîna nehatiye berdan.  Li ser bûyerê Edîdora RojNewsê Şine Fayîq got; "Nûçegihanê me dema nûçe dişopand hate binçavkirin û hîn ti agahî jê nayê girtin. Berpirsyariya tenduristiya jiyana nûçegihanê me di stûyê asayîşa PDK'ê de ye. Em daxwaz dikin ku demildest were berdan."

Birayê Siware Mihmed, Zagrok Mihemed jî derbarê çarenûsa birayê xwe de got; "Polîs dibêje, ligel asayîşê ye, asayîş jî dibêje ligel polîsan e. Niha jî dibêjin, li gel hêzên li dijî terorê ye. Asayîşa Hewlêrê ji rê nade em serdana wî bikin. Ti gunehê wî nîne û em daxwaz dikin ku demildest bê berdan."

Di nava kesên di 4'ê Adarê de ji aliyê PDK'ê ve hatine binçav kirin de 9 welatiyên Bakûrê Kurdistanê jî hene. Lê hîn nehatine berdan.  

ROJNEWS / HEWLÊR