Dr. Sîrwan beriya bi 22 salan piştî temenekî fedayî azadiyê û gelê Kurd hatî kirin, 4´ê Cotmeha 1996´an bi destê pêşmergeyên tevî çar hevrêyên xwe hat qetilkirin.

 

ŞOREŞ BENEK / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Di ser şehadeta Dr. Sîrwan re ku bi destê hêzên PDK’ê hatibû qetilkirin, 22 sal derbas bûn. Birayê wî, Yasîn Elî di salvegera şehadeta Dr. Sîrwan de peyivî.

Dr. Sîrwan (Kawa Elî Salih) sala 1964’an li gundê Çemîle yê navçeya Şarbajêr a ser bi bajarê Silêmaniyê ji dayik dibe. Dr. Sîrwan sala 1984’an li Bexdayê beşa zanist û zimanê Ingilîzî diqedîne. Sala 1994’an weke rojnamevan û nivîskarekî di rojnameya Welat de dest bi kar dike û di bipêşxistina rojnameyê de bi roleke girîng radibe.

Girîngiyeke mezin dida fikir

Birayê wî, Yasîn Elî dibêje, dema ku Dr. Sîrwan 16 salî bû bi Komeleya Karkerên Kurdistanê re peywendiyê datîne û wiha behsa wî dike: “Li gel xwendina xwe girîngî bi têkoşîn, fikir û azadiya gel da. Yek ji taybetmendiyên Dr. Sîrwan a herî girîng jî ew bû ku di rêbaza xwe ya têkoşînê de girîngiyeke mezin dida fikir.”

   

Kesayeteke neteweyî bû

Elî îşaret bi kesayeta neteweyî ya Dr. Sîrwan dike û wiha diaxive: “Li dijî wê bû ku têkoşîna xwe sînordar bike. Her wiha ne kesayeteke herêmî bû, baweriya wî bi têkoşîneke giştî hebû ya ku berjewendiyên hevbeş yên gel esas digire. Lê berovajiyê van fikrên şehîd Sîrwan, wê demê li Iraqê û li Başûr siyaseteke xwe dispêra eşîretperestiyê serwer bû. Ev jî di bin navê berjewendiyên neteweyî de dikirin û bi vî awayî jî temenê xwe dirêj dikirin.”

Sala 1985`an diçe Danîmark

Sala 1983`an Dr. Sîrwan gava li Bexdayê dixwend, endamê Komeleya Karkerên Kurdistanê jî bû û rejîma Baasê bi mirinê wî tehdît dike. Li ser vê yekê, sala 1985`an diçe Danîrmakayê. Yasîn Elî, wiha behsa vê çûyîna wî dike: “Dr. Sîrwan wê demê ji min re got, metirsî li ser jiyana min heye, dibe ku min bikujin. Ji ber vê çendê, divê ez derkevim derveyî welêt. Piştî wê metirsiyê sala 1984`an çû Îranê heta dawiya sala 1985´an li wir ma. Di vê navberê de min tenê du caran ew dît. Dema ku li Îranê jî bû di demeke kurt de xwe fêrî zimanê Farisî kir. Di dawiya 1985`an de çû Danîmarkayê.“

   

Piştî perwerdeyê vedigere Başûr

Li Ewrûpayê Dr. Sîrwan PKK´ê nas dike û piştî nasîna xwe, biryarê dide here cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Yasîn Elî li ser naskirina Dr. Sîrwan a Tevgera Azadiya Kurdistanê jî wiha dipeyive: “Li Ewrûpayê bi rêya ERNK’ê têkoşîna azadiya Kurdistanê nas kir û di dawiya sala 1990’î de bû endamê ERNK`ê. Dr. Sîrwan dema li Amsterdamê bû biryar da ku di perwerdeyeke Abdullah Ocalan re derbas bibe. Piştî perwerdeyê biryar da ku vegere Başûrê Kurdistanê. Wê demê jî rewşa Başûrê Kurdistanê gelek xirab bû û ji bilî Dihok, Hewlêr û Silêmanî hemû xaka Başûr ketibû destê hêzên rejîma Baasê.”

Bi çend hevalên xwe re PAK´ê ava dike

Dema ku vedigere Başûrê Kurdistanê sala 1991’ê, li Xakurkê li gel çend hevalên xwe Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ava dike. Wê salê, Raperîna mezin a Başûrê Kurdistanê dest pê dike û Dr. Sîrwan jî di wan raperînan de weke pêşeng cih digire. Di şerekî li herêma Germiyanê ya li dijî rejîma Baasê de bi giranî birîndar dibe, rehê lingê wî qut dibe û ji bo dermankirinê diçe Îranê.

Li gel çar hevalên xwe tê şehîd xistin

Sala 1995’an ew amadekariya avakirina Yekîtiya Nîştimaniya Demokrata Kurdistanê (YNDK’ê) dike. Di heman salê de YNDK dibe yek ji aliyekî siyasî yê Başûrê Kurdistanê. Wê demê YNK û PDK hebûn, YNDK jî bû aliyê sêyemîn yê Kurd. Dr. Sîrwan jî bû sekreterê YNDK’ê. Wê demê ji ber YNK ji nava bajaran derketibû û li ser sînorên Iraq û Îranê bi cih bûbû, Silêmanî di destê PDK’ê de mabû. Jiyana welatiyan jî di wê demê de pirr xirab bû û ti garantiyeke jiyana gel nebû. Ji ber wê çendê Dr. Sîrwan û çend hevalên xwe li çemê Rêzan bi cih bûn, ji bo cesaret û baweriyê bidin gel. Pêşmergeyên PDK´ê ji çar aliyan ve dor li wan girtin. Tevî hemû guftugoyên di navbera wan de jî, 4’ê Cotmeha sala 1996’an, carekê din pêşmergeyên PDK`ê êrişî wan kir, Dr. Sîrwan û çar hevalên wî yên bi navê Hacî Qamişloyî, Baban, Diyar Mêrdînî û Egîd Germiyanî şehîd xistin.