Merasîma ku li salona Saye pêkhat ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a PÇDK’ê ve hate organîzekirin. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina ser bîranîna pekrewanên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dayikên gerîlayên ku di meha cotmehê de jiyana xwe ji dest dane li ber wêneya zarokên xwe find vêxistin. Dûre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a PÇDK’ê Ebdulwehap Ehmed axivî û got “Şehîd raboriya me, roja me û paşeroja me ne. Ev têkoşîn bi xwîna pak a şehîdan gehiştiye vê astê. Ewan mizgîniya dahatûyeke bi rûmet û bextewer dan me. Ji ber vê yekê xwedî derketina bîranîna şehîdan xwedî derketina nirxên gelê me ye.”
Ebdulwehap Ehmed di berdewama axaftina xwe de nasnameya Dr. Sîrwan û hevalên wî yên ku di meha cotmehê de jiyana xwe ji dest dane wiha rêz kir; Kawa Elî Salih (Dr. Sîrwan), Ebdurehman Elî Tewîq (Baban), Egîd Kelar, Dîlan Mêrdîn, Hecî Qamişlo, Aram Mehmûd (Pawel), Seywan Elî (Serdem), Sasan Ehmed (Mahîr), Dana Muhsin (Karwan), Cemîl Cemal Sabir (Xemgîn), Nebez Remîm Ferec (Awat), Resûl Îsmaîl (Zagros), Mehemed Xidir Emîn (Xemgîn), Sabir Necmedîn Hesen (Goran).
Piştî axaftina Ehmed li ser navê malbata Dr. Sîrwan birayê wî Yasîn Elî Salih axaftinek kir û bal kêşa ser mîrateya Dr. Sîrwan û hemû hevalên wî yên ku di tekoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane.
ANF/SILÊMANÎ