MUSTAFA MENGE
Doktorê mudaxeleyên lezgîn ê Elman Michael Wilk, beriya niha çûbû Kobanê û niha jî berê xwe da Reqayê. Ev sefera Reqayê ji bo Dr. Wilk serdana 7’an a Rojava ye.
Dr. Wilk got, ew ê li wir netenê birîndaran derman bike, ew ê karê perwerdeyê jî bike ji bo xebatkarên Heyva Sorê.
Dr. Michael Wilk, ji sala 2014´an ve carcaran weke doktorê mudaxeleya lezgîn û psîkoterapîst diçe Rojava, li wir sivîl û şervanên birîndar dibin derman dike. Doktor Wilk weke doktortekî anarşîst vê carê jî berê xwe dide Reqayê. Dr. Wilk diçe ji bo ku xizmeta tenduristiyl bide sivîlên ji ber şer mexdûr bûne li Reqayê. Rêwîtiya Dr. Wilk 10´ê Îlonê dest pê kir.
Wilk beriya niha salên 1989/1990´î di şerê navxweyî yê Salvadorê de weke xebatkarê tenduristiyê xebitiye.
Dr. Wilk sedema doktoriya xwe ya tibê wiha rave dike: "Piştî lîseyê min dest bi şagirtiya hesinkarî û kilîtçêkeriyê kir. Piştre bala min çû ser tibê. Ji bo vê jî diviyabû zanîngehê bixwînim."
Biryara çûna Rojava
Wilk weke doktorê mudaxeleya rewşên lezgîn sedema çûna xwe ya Rojava wiha rave dike: "Sedema ku ez li Rojava çalak im ew e ku hevalê min ê herî baş Kurd e. Ji salên 80´yî ve elaqeya min heye beramberî pirsgirêka Kurd. Min rojnamevaneke jin a hingê hatî qetilkirin nas dikir. Şerê li Kobanê jî min ji televizyonê şopand. Hingê du rê li ber min hebûn, yan min ê televizyon vemiranda, yan jî min ê berê xwe bidana Rojava. Min biryar da ez biçim Rojava."
Dr. Wilk sala 2014´an Heyva Sor a Kurdistanê nas dike û dibêje, "Îro, bi Heyva Sor a li Rojava re têkiliyeke min a xurt heye û bi wan re hevkariyê dikim. Wekî din hevaltî û heta dostaniya min û kesên di nava saziyê de heye. Ji ber vê ez dikarim bi hêsanî bibêjim, Hevya Sor rêxistineke gelekî baş e."
Sê hefteya wê bimîne
Dr. Wilk dibîje, li Reqaya ku şerê li dijî DAIŞ´ê lê dewam dike hîna teqrîben 15 ta 25 hezar sivîlî dimînin û pêdiviya wan bi alîkariyê heye û wiha xemgîniya xwe beramberî sivîlan îfade kir: "Li agahiyên min, dor li hezar û 500 terorîstî li Reqayê hatiye girtin. Her roj jî lawaztir dibin. DAIŞ sivîlan weke mertalên zindî bi kar tîne. Di nava van de jî gelek zarok hene."
Dr. Wilk 3 sê hefteyan li Rojava bimîne û pirraniya dema xwe jî li Reqayî derbas bike. Ew dibêje, ew ê ne tenê birîndaran derman bike, ew ê her wiha xebatkarên Heyva Sor jî perwerde bike.