Zanyarên Emerîkî amadekariyan dikin ku hin droneyan çêbikin ku mîna çûkan baskê wan hebin û weke çûkan bifirin.

Du gotar ên di kovarên Sîence û Sîence Robotîcs de li ser dronan e, û dibêjin, dron wê karibin mîna çûkan bifirin.

Ji profesorên Zanîngeha Stanfordê Davîd Lentînk ku nivîskarê gotaran e, dinivîse ku wan di lêkolînê de li ser kevokan lêkolîn kirine û dibêje, ji bo baskên modela drone ya bi navê “PîgeonBot” 40 perîkên rastî bi kar anîne.

Li gorî gotaran, armanc ji vî karî ew e ku drone mîna çûkan xwedî bask bin û karibin tiliyên xwe yên lingan bi kar bînin.

Pispor dixwazin liv û tevgera baskên çûkan tevî droneyan her wiha di karên tip û feza-hewakariyê de bi kar bînin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN