ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL
Şengaliyan eşkere kir ku xizmeta ku hikûmeta Îranê ji bo Şengalê dike têra avakirina Şengalê nake û bang li hikûmeta Iraqê kir da ku xizmeta zêdetir bike.
Li Şengalê hikûmeta Iraqê ev demek e ku dest bi nûjenkirina rêyan kiriye. Li gorî bernameya hikûmetê, ew ê tenê du cadeyan nûjen bike. Lê, pirraniya cadeyên Şengalê xerabe ne û pêwîstî bi nûjenkirinê heye.
Hevseroka Meclisa Gel a komalgeha Dugirê, Perîşan Şemo eşkere kir ku li komelgeha wan ji sedê 30’ê cadeyan pêwîstî bi nûjenkirinê ye û got; “Gelek tişên ji nûjenkirina cadeyan giringtîr ji bo me pêwîst in. Weke peydekirina bijîşkan, çêkirina malên welatiyên ên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine rûxandin.”
Perîşan got, heger hikûmet bi rastî dixwaze ximzetê bike, bila korîdora mirovî ya di navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de veke û got, ji bo gelê Şengalê vekirina korîdorê xizmeta herî baş e.
Perîşan diyar kir ku bi hezaran malên welatiyan hatine rûxandin û wiha domand; “Pirraniya gelê me ji derveyî Şengalê dijî. Pêwîstî ye karekî mezin were kirin ku koçber vegerin ser xaka xwe. Nûjenkirina du cadeyan wê gelê me venegerîne.”
Ji welatiyên Komelgeha Dugirê, Xanim Hisên jî got; “Her kesê ku were li Şengalê xizmetê bike, em spasiya wî dikin. Ji ber ku pêwîstiya Şengalê bi xizmeteke mezin heya. Hikûmeta Îraqê û şaredariya Mûsilê dest bi nûjenkirina hin cadeyan kiriye. Yek ji wan cihan jî komelgeha Dugirê ye.”
Xanim bang li hikûmetê kir ku ji bo Şengalê bi cidî kar bike û projeyên xwe dewam dike.