Piştî ku artêşa Tirkiyeyê bi komên çete yên girêdayî wê re Cerablus dagir kir, êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser herêmên hatine rizgarkirin domandin.
Di van êrîşan gundên ku sivîl tên de bûn hatin hedefgirtin û komkujî pêk hat. Yek ji van komkujiyan jî li gundê Bîr El-Kûsa pêk hatibû. Piştî komkujiyê li ser banga Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê yekîneyek 4 kesî ya YPG’ê ji Pira Qereqozak çû alîkariyê, lê artêşa tirk û çeteyên Lîwa Sultan Murad ew xistibûn kemînê û dîl girtibûn.
Çeteyan îşkence li çar şervan kirin û dîmenê wan li ser malperên internetê belav kirin. Navenda Çapemeniya YPG’ê jî têkildarî mijarê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ji jiyana şervanên wan artêşa Tirk berpirsyar e.
Piştî ku şervan ji aliyê çeteyan ve hatin girtin, Yekîneyên Antî Teror (YAT) yên girêdayî YPG’ê li başûrê Cerablusê operesyonek li dar xist. Di vê operesyonê de, 2 çeteyên Lîwa Sultan Murad hatin girtin.
Li gorî çavkaniyên YAT’ê navên çeteyên ku hatine girtin Mihemed El-Ehmed û Elî Mihemed e. Herdû çete jî, ji bajarê Hemayê ne û gotin ku Tirkiyeyê ew xapandine.
Hate gotin ku tirimpêla ku çeteyan şervanên YPGꞌê yên dîl hatine girtin tê de îşkence kiribûn, ji aliyê Yekîneyên Antî Teror (YAT) ve hatiye desteserkirin.
Îtîrafa plana Tirkiye û DAIŞ’ê
Çeteyên bi navê Ehmed Mehemed Casim û Elî Mehemed Ehmed ku ji aliyê Yekîneyên Antî Teror (YAT) ve di encama operasyonekê de hatin girtin, îtîrafên balkêş kirin. Di dîmenên destpêkê yên çeteyan ku gihîştin ber destê ANHA’yê de, çete dibêjin ku ew jî di nava çeteyên ku 4 şervanên YPG’ê girtine de bûn.
Çeteyê bi navê Ehmed Mehemed Casim ji gundê Cideydê yê girêdayî Hemayê ye.
Ehmed Mehemed Casim destnîşan kir ku dema ew li Xan Şexun bûye, xortek hatiye cem wî û jê re gotiye: “Em derkevin gundewarên bakurê Helebê ji bo ku tevlî DAIŞ’ê bibin. wê 200 dolarî bidin me.”
Casim anî ziman ku ew paşê li gel heman xortî çûye deriyê sînor ê Atmê û derbasî bajarê Hatayê yê Tirkiyeyê bûne û wiha got: “Em ji Atmê birin bajarekî Tirkiyeyê yê bi navê Cerablusê.”
Ehmed Mihemed destnîşan kir ku rayedarên Tirkiyeyê ji wan re gotine ku dê şerê DAIŞ û kurdan bikin û wiha dom kir: “Ji me re gotin ‘Kurd nebaş in, em rast in’.40 tang anîn û ew jî bi me re hatin.”
Ehmed Mehemed plana Tirkiye û DAIŞ’ê ya hevpar a ji bo Cerablusê jî bi van gotinan eşkere dike, “Berê ji me re gotibûn ku dê şerê DAIŞ’ê û kurdan bikin. Lê dema em çûn nava Cerablusê bajar vala bû. Tu kes li wan deran nebû.”
Ehmed Mehemed got ku ew jî di nava koma ku 4 şervanên YPG’ê girtine de bûn û wiha dom kir: “Em derbasî gundekî bûn, me dît ku hinek kurdan rêya xwe şaş kiriye û hatine wir. Me jî ew girtin û îşkence li wan kir. Piştre jî Tirkan ew girtin, tazî kirin û paşê îşkence li wan kirin. Bi xwe re birin. Tirimpêla wan 4 kesan li gel me ma.”
Mehemed got ku piştre jî we di operasyonekê de hatine girtin û tirimpêl jî dîsa hatiye desteserkirin.
Ehmed Mehemed diyar kir ku Tirkan ew bi pereyan xapandin da ku ew şerê kurdan bikin, lê niha poşman bûye û ji hemû kesî xwest ku tu kes neyê ser vê riya kemînê. Mehemed got ku tevî ku niha ew girtî ne jî, tu tedahiyek li wan nehatiye kirin.
ANHA/KOBANÊ