CAFER CAFO / ANHA/ŞEHBA

Zeyneb Mihemed û Selam Îbo derhênerên şanoyê ne. Di Mihrîcana Mîtan a Şanoyê de xelkê ew ecibandin. Zeyneb û Selam diyar dikin ku ev tecrûbe ji bo wan erkeke zehmet bû, lê bi hezkirin û elaqeya wan a ji bo vî karî, hiştiye ku ew bi ser bikevin.

Zeyneb Mihemed 20 salî ye û wek lîstikvana şanoyê di Mihrîcana Mîtan a Şanoyê de cih girt û di mewsima niha ya 4‘an de derhêneriyê dike.

Zeyneb Mihemed diyar dike ku tecrûbeya derhênera şanoyê ne hêsan e û got, “Karê derhênera şanoyê zehmet e, bi taybetî ji bo kesên 20 salî. Ji ber ku derhênerî hewceyî tecrûbeyên berê û pisporiyê ye.”

Zeyneb anî ziman ku koçberiya bi zorê û jiyana di kampan de îsrara wê ya serkeftinê di vê tecrûbeyê de kêm nekir û got, “Min karê xwe di vî warî de dewam kir. Bi derfetên kêm me Mihrîcana Mîtan di mewsimê xwe yê çaran de destpê kir. Rewşa zehmet li pêşiya berdewamkirina kar nebû asteng. Destpêkê me perwerde û prova li kampê kirin. Dawiyê me hola şanoyê ava kir.”

   

Selam Îbo jî ji wan ciwanan e ku li gel lîstikvaniyê tecrûbeya derhêneriyê di Mihrcana Mîtan de kiriye. Wî got, “Min ne tenê lîstikvanî kiriyê, lê belê min di lîstikeke şanoyê de derhênerî kir. Derhênerî ji bo min hunerekî sereke ye.

Ez ji karê xwe yê derhêneriyê razî me. Tecrûbeya min a yekem di derhêneriyê de bi Mîrzan Bekir re bû. Me bi hev re şanoya Terîfê Heydo derhêna. Şanoya Terîfê Heydo şanoyeke komîk e, behsa gendeliya dewletê dike û çawa gel bi kar tîne. Temaşevanan lîstika şanoyê eciband.”