Di operasyona rizgarkirina Reqayê de şervanên QSD’ê gav bi gav bi rizgarkirina wargehan bipêş dikevin. Şervanên herdû baskên Pêngava Sêyemîn a Hemleya Rizgarkirina Firatê gihiştin hev. Bi dehan gund û gundik ketin çemberê.

Di qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezefa Firatê de, şervanên li du eniyan gihîştin hev.

Şervanên ji eniyên Bîr Heba û Mekmenê bi rê ketin, gihîştin hev. Li gorî agahiyan, her du enî li ser rêya Reqa-Mekmenê, li ser sînorê Dêra Zor û Reqayê gihîştine hev û bi vî rengî dor li dehan gundan hatiye girtin.

Şervanan li herêmên ku ji çeteyan rizgar kirin, dest bi operasyona paqijkirinê kirin.

Piştî ku eniya Bîr Heba bi 39 kîlometreyan û eniya Mekmenê bi 30 kîlometreyan bi pêş ve çûn, her du enî gihîştin hev.

Sê gund hatin paqijkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li eniya 2. a Pêngava Xezaba Firatê gundên Cerwan, Hemîdî û Qarihê ji çeteyan paqij kirin.

Şervanên ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de li bakurê rojhilat ê Reqayê  bi pêş ve diçin gundên Hemîdî û Qarih ji çeteyan paqij kirin.

Şervanên li eniya Mekmen a rojhilatê Reqayê bi pêş ve diçin îro saet 07.00’an gundê Cerwan ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kiribûn.  


ANF / REQA