Mele Îhsan Rêkanî li ser kuştina Dr. Hûşyar Îsmaîl ê ku li Hewlêrê 22’ê Mijdarê li ber deriyê mala xwe ji aliyê kesên ne diyar ve hatîbû kuştin, daxuyaniyek da çapmeniyê.
Mele Îhsan Rêkanî di daxuyaniya xwe de got; “Du kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ji ber kuştina Dr. Hûşyar Îsmaîl hatine binçavkirin. Bi navê Yekitiya Zanayên Olî ya Şaxê Dihokê em kuştina Mele Hûşyar Îsmaîl bi tûndî şermezar dikin. Binçavkirina du kesan ji aliyê hêzên ewlehiya Dihokê ve cihê keyfxweşiyê ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de Îhsan Rêkanî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aliyên peywendîdar, saziyên ewlehiyê û Ewqafê kir ku jiyana mamsoteyên olî biparêzin û got; “Zanayên Olî peyama aştiyê didin civakê.”
ROJNEWS / DIHOK