Li ser vexwendiya rêxistina Demokratîkbûn û Aştiyê ya Navnetewî (DPI) hevserokê PYD’ê Salîh Muslim çû başûrê Kurdistanê. Muslim pevçûnên dawî, gengeşiya navbera PYD û  SKDP’ê û girtina deriyê sînor yê Sêmal a Başûr nirxand. Muslim diyar kir ku ew li ser vexwendinê hatine Başûr û diyar kir ku tevli civîneke ku gelek rêxistinên Kurd jî tevlibûne bûye. Muslim anî ziman ku rêxistina aştiyê ya mijara gotinê ye bi rêxistinên muxalfeta Ereb re jî di nav têkiliyê de ne û wiha got: “Ji ber vê ev civînek girînge. Lê me bi taybet pirsgirêk û naqokiyên navbera rêxistinên Kurd nîqaş kir. Hêviya me ev e ku bo çareseriya pirsgirêkan pêngav bê avêtin.

Muslim balkişand ser pirsgirêkên navbera PYD û SKDP’ê û wiha got: “Di navbera me û vê partiyê de ferqa zihniyetê heye. Nêzîkatiyên serdest hene. Xwe wek xwediyê rojava dibînin. Em jî ligel serdestiya gel in. Em serdestiya partî û kesan naxwazin. Wek tê zanîn dema SKDP-El partî dema 74 kes bi awayekî kaçax li başûrê Kurdisanê perwerde kiribû ji sînor derbas dikir ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatin binçavkirin.Ger tu ji bo gelê Kurd xwe perwerde dikî, wê demê tu çima bi riyên kaçax tê. Ger wisa bikin, mafê lêpirsîn û darizandinê heye. Demek li holê niyetek ne baş heye. Ger asayîşê ew negirtina, dê wan sûc bikira.

Girtina derî cezakirina gel e

Muslim diyar kir ku ji 19’ê gulanê heta niha ji aliyê KDP’ê ve deriyê Sînor ê Sêmalaka hatiye girtin û wiha got: “Bi vê pêkanînê gelê  Rojava  ceza dikin.  Ev pêkanîn bandorek neyînî li ser nexweş, xwendekar û karkeran dike. Li hemberî gelê rojava her roj êrîş pêk tên. Dema PYD’ê gel diparast, ev hêz li ku bûn? Niha dixwazin hêza leşkerî pêş bixin.  PYD’ê berxwe da.  Li qada şer xwe ispat kir. Got em hêza rewa a gelê Kurdin û konseya Kurd jî ev qebûl kir.

Efrîn qadeke stratejîk e

Mulim, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Gelek kesên ku ne diyarin kîne, xwe wekî Artêşa Azad a Sûriyeyê didin îlankirin.  Hinek komên ji rejîmê veqetiyane û diziya gel dikin jî xwe wek OSO didin nasîn. Gelekên van girêdayê dewletên derve ne. Yên bi rastî bo gelê Suriyeyê têdikoşin jî kêmarin. Hinek dibêjin PYD ligel rejîmê ye. PYD ji roja destpêkê li dijî rejimê ye. Armanca me eve ku em di demek nêz de destkeftiya bidest bixin. Di demên dawî de pevçûn li Efrînê zêde bûn. Ev qad stratejîke. Li aliyekê Şîî hene. Li aliyê din herêma Idlip heye. Dixwazin Efrînê jî bidest bixin. Lê Kurd berxwe didin.”

Em ji konferansê bi hêvî ne

Muslim got tevlibûna 13’emîn lijneya Giştî ya KNK’ê ya li Brukselê pêk hatiye di dema pêş de bo konferansa Netewî hêvî dane wan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “KNK saziyeke netewiye. Hemû rêxistinên Kurdan tevli lijneyê bû. Nîqaş hemû demokratîk bûn. YNK’ê Mele Baxtiyarî şandibû. Di heman demê de Mesut Barzanî peyamek şandibû. Ev kongre rehet kir.Pergala hevserokatiyê hat qebulkirin. Ev hemû bo konferansa li Hewlêrê pêk tên girîng bû.”


SALÎH FIRAT / ANF/HEWLER