Du jin hatin qetilkirin

Haberleri —

Li eyaleta Elmanyayê Nordrhein-Westfalenê (NRW) li bajarê Dortmundê û li bajarê Pulheimê du jin hatin qetilkirin. Li gorî agahiyan heval û hevjînên berê yên van jinên Êzîdî, qatilên wan in.

Li bajarê Elmanyayê Dortmund-Scharnhorstê zilamekî 31 salî hefteya bihurê sêşemê jina ku pê re dima (nediyar e zewicî ne yan na) a bi navê Şîman Fetah bi derbên kêrê qetil kir. Ev zilamê hanê teslîmî polîs bû û hat girtin. Çav li rê ye ku cenazeyê Fettah îro saet 12:00´an li goristana Êzîdiyan a li Kolnê bê veşartin.

Dîtira rojê li Pulheimê

Dîtira rojê, çarşema bihurî danê sibehî li bajarê Pulheimê yê nêzî Kolnê jina ciwan a bi navê Zozan Îlyas bi destê hevjînê xwe yî beriya bi çendekê dev jê berdayî, bi kêrê hat qetilkirin. Zozana ciwan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û tohmetbarê qetilkirina wê yê 27 salî jî hat girtin.

Bavê jina ciwan Zozanê, Hesen Ilyas jî got, “Li Şengalê em bi destê DAIŞ´ê hatin qetilkirin û li Ewrûpayê jî mêrekî Êzîdî em qetil kirin.”

Rêxistinên jinan xwedî

Rêxistinên jinan îro beşdarî merasîma cenaze ya Fettah dibin û piştre wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kolnê daxuyaniyeke hevbeş li dijî qirrkirina jinan bidin çapemeniyê. Yekîtiya jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E), Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Tevgera Demokratîk a Jinan a Ewrûpayê, Jina Nû û Navenda Civana Jinan Utamara wl daxuyaniya hevbeş bidin.

 

KOLN

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.