Em bi salan bi rolên ku civakê dane me dijîn û derketina ji wan jî bêrêzî û şikandina kevneşopiyan e. Rolên ku kêm caran kesek diwêre jê derkeve û kesên ku wan rolan li gorî daxwazên civakê pêk neyîne, di çavê herkesî de dîn e heta ku di nav hewildanan de be ku wê nêrînê bişkîne. Bêguman şikandina wê nêrînê ku qalib û rolên civakî her ku diçe mirovan bi tenê dike, gelek zehmet e. Pêşeng û şoreşgerên civakan, ji ber guhertina rola ku civakan ji wan re diyar kiriye, di çavê civakê de cêwaz bûne, baş yan xirab. Ya rastî, rolên ku civaka xwezayî ji xwe ji navê wê ve jî diyar e ji ferdan re daye, xwezayî û li gor rastiyên civakî bi pêş ketiye lê rola ku desthilatdariyê li ser ferd û civaka wê selimandiye, gelekî li derveyî xweza û rastiyan e. Ti roleke ku bi zorê ji ferdên civakê re hatiye dayîn, heqîqeta wê îfade nake. Wê demê herkes bila carekê berê xwe bide xwe û bipirse, gelo ez li gorî heqîqeta xwe dijîm yan jî rola ku civaka min daye min li gorî kîjan pîvanan e gelo? Wek mînak ger tu jinek bî, hest, raman û tevger û helwêsta te çiqasî li gorî hebûna te ya heqîqî ye. Yan jî gelo mêrek her di cewherê xwe de desthiladar e yan jî bi demê re li ser wî hatiye ferzkirin, bi xwe jî pê bawer kiriye û heta gihiştiye wê astê ku bawer dike û dide bawerkirin ku desthilatdari di cewherê wî de heye û genetîk e yan genetîk bûye. Jixwe rastiya bi vî rengî heye ku fikir û ramaneke biyolojiya mirovan jî avadike û du tiştên cêwaz ji hev nînin.
Mixabin di civaka me de ev rolên hişk û jêveneger ewqas di cihê xwe de edilî ne ku ferdên civakê bi sûcê destnedana wan rolan têne kuştin jî. Rolên di malbatê de gelek caran bi mirovan wek şanoyekê diyar in ku herkes ji bo ku xelateke baş bigire yan jî dilê temaşevanên xwe razî bike, heta ji destan tê baş û serkeftî bi rola ku jê re hatiye veqetandin, radibe. Û gelek mixabin êdî ev rol ji bo mirovan tenê nehatiye diyarkirin, desthilatdariyê bi zêdegaviyên xwe hewl dide bikeve cihana heyvanan jî û wan jî li gorî xwestekên xwe terbiye bike. Bi gotineke din çawa ku mirov kedî kiriye, wan jî kedî dike, bi zincîran girê dide û li pey xwe dide bazdan, cil û bergan lê dike û wek dibêjin, tiştên nebûyî tînin serê wan heyvanan. Rolên civakî di wateyeke din de kedîkirin e. Çima min nivîsek wusa nivîsî ez ji we re bibêjim. Beriya bi du rojan, dema li kolaneke re derbas dibûm, du keçên biçûk ku temenê wan di navbera 4 û 5 salan de ji xwe re malmalok dilîstin. Ez demeke dirêj li gel wan sekinîm û min jixwe re li wan temaşe kir. Şaş û matmayî mam, bêguman zarokatiya min jî hat bîra min. Firax û amanên biçûk li dor xwe kom kiribûn û bi wan ewqas bi cidiyet û berpirsyartiyeke mezin rola xwe ya dayîk û keç pêk dihanîn ku mirov ecêbmayî dihişt. Rolên ku em fêrî wan dibin û bi salan proveya wê dikin. Jin wek van herdu keçên biçûk, fêrî kebanîtî û zarok xwedîkirinê dibin, mêr jî fêrî karên derveyî malê tên kirin. Herdu jî neçarî leyîstina bi van rolan in, ji bo wê ev herdu keç wusa bi berpirsyartî rola xwe prove dikin. çima ew bi karekî din mijûl nabin û bi seatan rûdinên û fêrî kebanîtiyê dibin. Ev du kebaniyên biçûk dikarin fêrî gelek tiştên din jî bibin, ne mehkûmî wê rolê ne. Ger em îro di civaka xwe de behsa guhertina fikrî û zihnî dikin, beriya her tiştî em ê rolên ku em didin zarokan biguherînin. Nabe ku bê gotin, dema mezin bû wê bixwe rola xwe biguherîne û cêwaz bifikire, ji bo çi hatibe mezinkirin û amadekirin wê bi heman rolê rabe. Bi guhertina leyîstokên zarokan em dikarin, siberoj û rola wan ya civakî ku avakirina civakeke azad û demokratîk e, misoger bikin. Ji bilî wê bi gotinên sloganwarî ku lingê wan li hewa ne, em nikarin behsa ti guhertineke zêhnî bikin, ji ber ku gerînên li azadiyê di zarokatiyê de di kesayeta mirovan de şekil digirin.