Weşanxaneya Balinde weşanxaneyeke şiira Kurdî ye. Wê par kitêba Wedî´ Se´ade ya bi navê “Baran be ser gêlgedûrekande debarêt’’ bi wergera Soranî ya Biryar Mihemed Tahîr weşand. Piştî wê, weşanxaneyê bi navê “Jiyanêkîtir” şiirên Dana Reûf heman salê weşandin. Destpêka îsal bi navê “Miştêk Pepûle” şiirên Ebdulezîm Fincan bi wergera Teyib Cebar, û bi navê “Ktûpir xewn debînim le malewem” şiirên Lî Bay bi wergera Helo Ferîq weşandin. Weşanxaneya şiiran, Balindeyê niha jî kitêba şiiran a pêşî a Zemwa Mihemed a bi navê “Lerza erş û lerza baxîş” û kitêba şiiran a Beşdar Samî ya bi navê “Emrro şemmeye eger hîç kêşeyek rû nedat” weşandin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN