Du meh in endamê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Idrîs Selîm Mihemed li Hewlêrê hatiye binçavkirin. Tawanê “Hewildan ji bo xerakirina ewlehiya netewî” li ser wî  hatiye danîn. Lê, hîn rê nayê dayîn parêzer û malbata wî serdana wî bike. Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed Lijneya Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Mafê Mirovan rexne kir û diyar kir ku li ser dosya hevrê wan xemsar in.

Di 9’ê Gulanê de Endamê Meclîsa Tevgera Azadî ya Hewlêrê Idrîs Selîm Mihemed dema ku ji navçeya Mexmûr vedigeriya Hewlêrê li xala kontrolê ya ketina Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate binçavkirin û heya niha jî di girtîgehê de ye.

Rê nadin hevdîtinê

Li gorî agahiyên  Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Nerîman Ehmed dane Idrîs Selîm li girtîgeha Asayîşa Hewlêrê ye û du meh in rê nayê dayîn ku parêzer û Tevgera Azadî serdana wî bikin û got, tenê carekê rê hatiye dayin ku malbat serdana Idris bike.

Ji bilî Idrîs Selîm Mihemed, birayê wî Ebas Selîm ku ew jî endamê Tevgera Azadî ye di meha Sibatê de li Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve bi gunehbariya “Hewildan ji bo xerakirina ewlehiya netewî” hatibû binçavkirn û di 27’ê Gulanê de hatibû berdan.

BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ