Di raporê de hate destnîşan kirin ku, zarokên li welat baş nayên tîmarkirin û kêm ji wana perwerdeya xwe didomînin.
Di raporê de hate aşkera kirin ku, dibistan ji aliyê komên çekdar û artêşê ve weke biryargeh têne bikaranîn, her wiha piraniya mamostayan cihê xwe yê peywirê berdaye.
Di rapora ku cih daye gotinên zarokên li wargehên penaberan yên li Tirkiyeyê jî, hate diyarkirin ku komên çekdar zarokan weke posta yan jî mertalên zindî bikartînin. Her wiha tê destnîşankirin ku, zarokên temenê wan biçûk ji tirsa tacîza zayendî bi lez têne zewicandin.
Dîrektorê saziyê Justin Forsyth di daxuyaniyekê de da diyarkirin ku, mehsumiyeta bi milyonan zarokên Sûriyeyê cihê xwe ji şerekî tirsnak re hêlaye û got: “Di şertên gelek zehmet de jiyan dikin, ji bo pariyek nan tekoşînê dikin. Eger nexweş bikeve yan jî birîndar bibe dermanekî ku bê tedawî kirin tuneye.”
Her wiha di raporê de hate aşkera kirin ku, ji çaran sêyê zarokên Sûriyeyê bûye şahidê kuştina xizmek yê xwe yan jî yê hevalek xwe.
LONDON