Ubeyd Muhammed yê 28 salî ku 6 salan pêşmergetî kiriye tevli YPG’ê bû û got ew ji bo jiyanek azad û parastina Kobanê hatiye vir. Mihemed da zanîn ku demek berê dest ji pêşmergetiyê berdaye û got,  ya girîng parastina Kurdistanê ye û ev ji ser hemû berjwendiyê ye.  Mihemed got: “Ez bo gelê xwe, bo Kobanê hatim. Ez bo parastina Kobanê li virim. Ya li Kobanê mirin, ya li Kurdistanê mirin. Destekê min şikestiye, lê ev bo têkoşîna min ne astenge. Bo min ya girîng parastina Kurdistanê ye. Îro hemû gelê me ji bo Kobanê bi hev digire û heman tiştî dibêje. Ez gelek kêfxweşim. Divê her tim wisa be. Divê deng û armanca me yek be. Tu cudahiya Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava tûne. Ya girîng parastina Kurdistanê ye. Mihemed da zanîn ku ji ber ew tevli berxwedana Kobanê bûye gelek kêfxweşe û got, dema birayên min şer bikin ez nekarim li malê rûnim.  Kobanê, Kerkûk, Silêmanî, Sîne, Amed ferq nake, hemû Kurdistan e.

Ger ku gerîla nehata Başûr..

Mihemed derbarê yekîtiya Kurdan de wiha got: "Ez bang li gelê xwe dikim, divê deng û helwesta me yek be. Berjendiyên Kurdistanê di ser her tiştî de ye. Ancax em bi vî awayî bigihêjin armanca xwe. Berê ji Rojava û Rojhilat birayên me bo parastina Başûr hatin, hevalên Gerîla jî hatibûn Başûr. Niha jî ez li virim. Ez ji PKK’ê re spas dikim. Ji bo ku wê rojê hatin. Hatina wan tiştekî gelek xweş bû. Ger ku gerîla nehatiba bi hezaran kes dê li Çiyayê Şengalê biketa destê DAIŞ’ê. Bila ew sax bin. Wan sivîl parastin."

Bila Ocalan azad bibe

Mihemed diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafên gelên Kurd dixwaze û daxwaz kir ku di demek kin de azad bibe. Mihemed got,  emê aştiyê bînin her çar parçeyê Kurdistanê. Projeya Ocalan dê pêk bê. Bavê min pêşmegeyê 80’ê bû. Niha ez şervanim.  Ferqa gerîla, pêşmerge û YPG’ê tûne, em hemû birane. Ya dê Kobanê ji DAIŞ’ê re bibe gor an jî dê cenazeya min biçe Başûrê Kurdistanê.

DIHA/KOBANÊ