Di dîroka Kurdistanê de, kesên ku serî rakirine, bi eşîr an jî di herêmekî de, gelek êş kişandine, hatine kuştin, sûrgûnî welatên din bûne, bi awayekî hatine xapandin û bêçare mane, bi komplo an jî bi destê dadmendiya wê deman bi rengekî fermî, encam em dikarin bêjin li her demê û bi her awayî têk çûne. Ji Mîr Mehemedê Kor (1832) bigirin heta îro, ji Agirî an jî ji Slêmanî bigirin heta Hewlêr û Amedê, axa Kurdistan seranser bi van êşan re têr û tijî ye.

Hêr kênjî ku desthilatdar, taybet jî desthilatdarên Tirk û Faris, ji Kurdekî re bi îltifat, bi devxweşî û bi piştmizdanê ve nêz bû, ez bixwe bi tirsê carina dixwazim biqîrim, dengê xwe bigihînim wan kesan û bi hawar bêjim; “Birao, keko, heval û hogiro, li vî derê xapandinek heye, qurbana tiliya te, hay ji xwe be!.” Ev yek...
Ya duyem, ji dîroka netewebûna civakan vir ve, li Kurdistan çi siyaseta desthilatdariyê hatiye meşandin, timî van siyasetan, li ser parêzgeriyê, bi destê walîtiyan ve pêk hatiye. Ji ber wê jî parêzgerî, ango walîtiya desthilatdaran ji bo Kurdan agirek e. Ji dema şerê qirêj jî em dikarin bi bîr bînin, tevahî walîtiya Kurdistan (OHAL), wek qesabek bû. Destê waliyên Kurdistan timî tijî xwîna Kurdistaniyan bû. Her kî hat li ser parêzgeha Kurdistan, di destpêkê de wijdana xwe ya însanetiyê ji dervayî qonaxa walîtiyê desxist, hîşt û wisa dest bi karê xwe ya ceberûtiyê kir. Diroka berxwedaniya Kurdistanê bi van mînakan ve têr û tijî ye. Her çiqas carina li televîzyonan hin walî wek bi awayekî sempatîk werin nîşandan jî, taybet Kurd baş dizanin û gere bizanin jî, tu walî ya desthilatdariyê ne sempatîk in û ji ber peywira xwe jî nikarin wisa bin, ango însanên şîrîn, dilxweş û binirx jî nikarin bibin parêzger a dagirkeriyê.
Di van rojên dawî de, li Tirkiyê û li Kurdistan taybet qala du mijaran li ser zimanan e. Ji wan yek waliya Edene ya ku ji gelê Edenê re çêran kir, duyem jî bûyera hatina Serokê Herêma Kurdistan a Başûr Mesut Barzanî ya Amed’ê ye. Her çiqas ev herdû bûyer ji hev dûr bixuyên jî, heke em li ser tarza siyasetmeşandina qedîm a Tirk û taybet jî bi qonsepta AKP’yê bi bandor bin, û wisa lê binêrin, em dikarin dirûvtiya van herdû bûyeran bibînin.
Ji destpêk vir ve tarza siyasetmeşandina Tirk a qedîm, li ser “ji xwe re parêzger dîtin”ê hatiye damezrandin. Ji ber wê, erdnîgeriya pergala Tirk jî, wekî tê gotin û ji aliyê dîrokzanan ve tê nivîsin, di dema Osmaniyan de jî ne ewqasî mezin û gewre bû. Birastî sê qite û erdnîgariyeke mezin heye lê, ev hebûna endnîgariyeke bi vî rengî, taybet di mefhûma “hikûmranî” yê ve girêdayî ye. Li Heleb’ê, li Şam’ê, ji Filîstîn û Misrê bigirin heta sînora Farisan, ji Yûnan bigirin heta ber dêriya Wîen’ê, çema Ren heta Qosowa, li her derê, pergala Osmaniyan taybet li ser mefhûma hikûmraniyê, ango di pratîkê de jî li ser parêzgeriya desthilatdariyê ve dimeşiya, heta dawiya dewleta Osmaniyan jî wisa bû... Ji ber vê yekê, ji bo pergala Tirk walîtî, di siyasetê de ji her mefhûmê girîngtir e.
Dê em ji wir werin li ser mijarên îro: Dev jê neberdan a waliya Edene jî, dawetkirina Serok Mesut Barzanî û hunermend Şivan Perwer bixwe jî yek siyaset e... Pergala dagirkeriya Tirk, wekî pergala her dewlet a desthilatdar, her tim di nav lêgerîneke walîtiyê, -ku bi xwe re girêdayî be- ye... Ji ber vê yekê, em dikarin bêjin rumetdayîna Seroka Herêma Kurdistan a Başûr Barzanî û hunermend Şivan jî, seranser bi vê armancê re ye.
Barzanî û Şivan, her çiqasî ji dûrî siyaseta Tirk mabin jî, hewceye ku her tim li himberê rukeniya siyaseta Tirk a desthilatdar pîçek bişik bin. Di aliyekî de jî ev rastî heye ku, ev kesên ku em qala wan dikin, emrê xwe bi şerê, bi tekoşînê ve têrkirine, di nav komkujiyan de derbas bûne û ji bo parastina gelê xwe bi salan têkoşiyane, ango ne wisa însanên sivik û nezan in jî. Bêguman ji me re nakeve ku em ji wan re nasihatan bikin.
Lêbelê wek Kurdek em jî dikarin hevokek bêjin: “Pergala siyaseta Tirk, hetanî ku kesayetiya kesekî ji destê wî/ê hilnede, tu carî kesek wek xwidî maf nabîne, nahesibîne û bi ti awayî rûmet nade... Ber wê, gava ku pergala Tirk rûmet da ji Kurdekî, wê demê mafa ew Kurd a tirsînê heye, gere bitirse jî, tirs bike dilê xwe û ji xwe re bipirse ku “ka gelo di vî karê de çi xeletî heye? Di pişta vê rûmetdayîna dagirkeriyê de, gelo ji bo gelê min dê çi neqencî were?”