Gelên Îranê bi hêviya ku wê ji rejîma xwefiroş a şahên Pehlewiyan rizgar bibin, lê bi siyaseta kor û hîlebazane ya melayan, gelên Îranê kete xewa mirinê. Bi hezaran mirov bi sûcê endamê partiyên çep in di girtîgehên ku gelekî ji yên SAVAK (Saziya Iistixbareta Îranê ya dema Şah)’ê kêmtir nebûn, bi hovane cinayetên mezin kirin. Yek ji wan kesên ku salên 80´yî û bi şûn ve di operasyona tinekirina tevgerên şoreşgerî de bi rola herî sereke rabû, ev Elî Ekber Refsencanî bû ku demekê beriya niha mir yan jî hat kuştinê. Ew kujerê ku bi salan û li gor her şert û mercan maskeyek da ber rûyê xwe û wisa xelk xapand. Ji bo mayîn û hebûna rejîma Îslamî çi ji destan hat, kir. Ew reformîst û kesên demokrat ku roja me ya îro, Refsencanî wek pêşengê xwe dibînin, wî wek rêberê xwe yê tevgera reformîst dibînin, di rastiyê de ew kes in ku mirov dikare bibêje aşiqê celadê xwe ne. Êşkence û zilma celadê xwe ji bîr kirin û îro wek ku neçar bin, yan jî ji bo tenê bijîn, hemû êşên xwe dixin bin piyê xwe û wisa li kêleka Refsencanî cih girtin. Di merasima cenazeyê Refsencanî de rondikên tîmsahan dibarînin.
Bipêşxistina tevgereke mixalif û alternatîf nabe di bin siya xwe radestkirin û lîberalîzmê de li ser gelên Îranê were ferzkirin. Jixwe, welatên derve jî wek ku di ragihandina wan de jî xuya dike, di rastiyê de armanca wan şikandina meyla azadîxwaz a gelên Îranê ye. Bi taybetî dixwazin pêşî li têkoşîneke demokratîk û radîkal bigirin. Pergalê nekarî Îranê li gorî xwe dîzayn bike, bi taybet piştî ku şerê Îran û Iraqê jî ne serketî bû û ew negihiştin titşa ku wan dixwest. Hingê, hewl dan bi şêwazekî din rastiya netewe dewletê û Şîetiyê li Rojhilata Navîn di nava hevsengiyekê de biparêzin. Ji bo rejîma xwe biparêze, di serî de ev rola ku modernîteya kapîtalîst dabû Refsencanî, 8 salan dewam kir. Paşê dema sala 1997’an êdî planên ji bo jinûve avakirina Rojhilata Navîn ketin meriyetê, êdî pêwîst bû rejîm hinekî din xwe nerm bike, ji bo temenê xwe dirêj bike. Wek ku tevgerek li dijî Refsencanî ye, Mihemed Xatemî hat ser desthilatdariyê. Di rastiyê de Xatemî kirasê Refsencanî li xwe kir û wisa 8 salan desthilatdariya xwe dewam kir.
Piştî ku rejîmê dît pêla têkoşîn û meylên azadiya gelan a li dijî rejîmê zêde dibe, nû pê hesiya ku ev şêwazekî rast nabe ji bo dewama dîktaya xwe. Ji bo wê jî dema Mehmûd Ehmedînijad dest pê kir. Mehmûd Ehmedînijad di rastiyê de rûyê rast a vê rejîmê ye. Hilbijartina piyonê de şaştiyek mezin kir rejîmê. Tam di demekê de bû ku li ser Îranê ambargoyeke navdewletî hebû. Bi firotina zêr û petrolê bi dizîka Ehmedînijad hewl da Îranê ji vê rewşê xilas bike, lê nekarî. Niha kesek wek Babek Zencanî bûye qurbanî û li benda bena sêdareyê ye, lê di rastiyê de ne ew yên ku heta qirikê di gendeliyê de fetisîbûn, wezîrên Ehmedînijad bûn ku ew jî hemû endamên artêşê û girêdayî Rêberê Îranê Xamineyî ne. Ji bo wê, hema dixwazin bi lez û bez Zencanî bi dar ve bikin ku ew jî mijareke din a sosret e.
Hesen Rûhanî bi dirûşmeya Hêvî û Tedbîrê hat ser desthilatdariyê. Wer ku wê wek Erdogan her tim hêvî bide xelkê lê li hember serîrakirina gel jî bi tedbîr û hişyar be. Ji ber ku gel gelekî ji desthilatdariya Ehmedînijad westiyabû û hatibû ber teqandinê. Jixwê sala 2009’an pêla serhildana gel dest pê kir lê dîsa hat tepeserkirin. Rûhanî dîsa wê di hilbijartinên meha Gulanê de wek namzed bikeve hilbijartinê. Wer xuya dike ku wê bi ser bikeve ji ber ku reqîbên wî yên din bihêz nînin. Lê neçar e rêya xwe hilbijêre, zextên du aliyan li ser hene û daxwazên demokratîk ên gelên Îranê jî zextê lê dikin. Ji ber rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn dibe ku Refsencanî ku xwe wek pêşengên qaşo reformîst bi nav dike, piştgiriyeke mezin bida Rûhanî û wisa Îran ber bi guhertinên bingehîn ve bibira. Ji ber ku beriya bimire, behsa guhertina qanûna esasî ya Îranê kir. Ev balkêş e ku piştî wê hema mir, mirineke bi guman e, ji ber ku guhertina qanûna esasî li Îranê wê were wateya guhertina rejîma Wilayetê Feqîh û bêbandorkirina muhafezekaran ango Xamineyî. Şerê desthilatdariyê û bîr û rayê li Îranê sala 2009’an dest pê kiribû, hêdî hêdî mezin bû û gihişte lûtkeyê ku mirov dikare bibêje Refsencanî qurbanê yekem ê vî şerî bû. Du rêyên dijwar li pêşiya Rûhanî hene. Ji bo Îraneke demokratîk jî ya herî rast ji bo Rûhanî ew e ku ne pişta xwe bide muhafezekaran ne jî tevgerên ku xwe reformîst bi nav dikin, lê xizmeta rejîmê dikin. Pejirandina mafê hemû gelên Îranê bi taybetî Kurdan, wê destê Rûhanî xurttir bike. Naxwe ew ê jî wek Refsencanî û Ehmedînijad bibe qurbanî.