Endama Komîteya Şehîdan a PKK’ê Zîlan Tolhildan Sari Îbrahîm (Ramazan Toptaş) û Huseyîn Mahîr (Kadrî Çelîk) bi bîr anîn û got, “Ew mînakên mezin ên şerê gerîla bûn.” Sari Îbrahîm sala 2006’an û Huseyîn Mahîr jî sala 2012’an şehîd bûbû.
Tolhildan ji bo SAri Îbrahîm got, “Heval Îbrahîm hevalekî ji Êlihê bû. Di sala 1978’a de tevî Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Mizgîn (Gûrbet Aydin) bi pêşengiya heval Mazlûm Dogan tevlî nav refên Tevgera Azadiyê ya Kurdan bûne. Min di sala 2002’an de heval Îbrahîm nas kir. Wê demê fermandarê tabûra me bû. Heval Îbrahîm 28 salan di di nav refên gerîlayan de têkoşiya. Di van 28 salan de her dem fermandarekî pêşeng bû. Di yekîneya amadekirina 15’ê Tebaxê û rêxistinkirina wê de cih girt û di nav koma pêşîn de ye ya ku derbasî Bakur bûye. Heval Îbrahîm ji Amanosê heta Kaçkarê, ji Engîzekê heta Behra Reş û Serhedê di vekirina gelek enî û qadan de pêşengî kir.
Bibîranîneke min a wî re heye, ez tu carî nikarim ji bîr bikim. Di sala 2002’an de dema ku fermandarê me yê tabûrê bû, Parêznameya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ya Rêber Apo hatibû. Di wan deman de her wextê parêzname dixwend û li ser veguherîna paradîgmayê ya Rêber Apo difikirî. Beş bi beş dixwend û li tabûrê bi me re nîqaş dikir. Di 1’ê Nîsanê de ez sûbaya kampê bûm, divê min tekmîl bida heval Îbrahîm. Min xwest heneka 1’ê Nîsanê bi wî re bikim da ku wê parêznameyê ji nav destê wî derxînim. Ji ber ku her dem parêznameyên Rêber Apo di bi balîfa wî de bû.
Di sala 2006’an de li hemberî êrişan ji birêxistinkirina xweparastinê berpirsyar bû. Di 1’ê Tebaxa 2006’an de ji aliyê êrîşeke MÎT’a Tirk şehîd bû. Divê were zanîn tu carî îxanet bi ser neketiye. Her dem berxwedan bi ser ketiye. Ev metodên qirêj tu carî bi ser neketiye û ew ê îro jî bi ser nekeve.”
Pilingê Oremarê
Tolhildan ji bo Huseyîn Mahîr jî got, “Huseyîn Mahîr ji gundê Tivnîk ê Mûşê bû. Di 2’ê Tebaxa 2012’an de di pêngava şerê gel ê şoreşgerî de, di asta fermandariyê de bû û li herêma Kato ya Elkê şehîd bû. Yek ji fermandarê pêşeng ê berxwedana Oremarê bû. Di dema zanîngehê de tevlî nav xebatan dibe. Li Mêrdînê dema di nav artêşa Tirk de efser e, tevlî nav refên gerîlayan dibe. Li hemberî zilm û zordariyê berê xwe dide qadên têkoşînê. Rêheval Huseyîn di gelek qadên têkoşînê de xebitiye û herî dawîn di Konseya Leşkerî ya HPG’ê de bû. Ez careke din rêheval Huseyîn bi hurmet bi bîr tînim. Ev rêhevalên me bûne PKK’yî û karibûne bibin rêhevalên Rêber Apo. Di salvegera şehadeta rêheval Huseyîn û Îbrahîm de ez soza tacîdarkirina serfiraziya Kurdistanê dubare dikim.”
ANF/BEHDÎNAN