
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 2 şervanên xwe yên Amerîkî û Alman, ku di berxwedana dijî dagirkeriya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Di daxuyaniya meclîsê de hat ragihandin, şervanên înternasyonalîst Robîn Agirî (Michael Israel) ê Emerîkî û Zana Ciwan(Anton Leschek) ê Alman ji ber bomberdûmana dewleta Tirk li rojavayê Minbicê jiyana xwe ji dest dane.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê re di Hezîrana 2016’an de, li kêleka şervanên Ereb, Kurd û Turkmen ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, gelek dilxwazên înternasyonal beşdarî şerê rizgarkirina Minbicê bibûn. Ji bo wan dilxwazên ku ji her çar aliyên cîhanê dihatin qutkirina rêya terora DAIŞ`ê ku ji Minbicê ber bi Tirkiyê û piştre derbasî Ewropayê dibû xwedî girîngiyek mezin bû. Ew hazir bûn ji bo serketina operasyona Minbicê canê xwe feda bikin. Ji wan dilxwazên înternasyonal sê şervanên Amarîkî, şervanekî Brîtanyayî û şervanekî Slovenyayî şehîd bûn û navê xwe li rex hêzên azadîxwaz yên Rojhilata Navîn, li gel hêzên Minbicê, di dîrokê de qeyd kirin.
Dagirkeriya Tirk qebûl nekirin
Piştî rizgarkirina Minbicê gelek dilxwazên înternasyonal ji xwe re hilbijartibûn ku di hundir û derdora bajar bimînin û alîkariya hêzên herêmî yên Minbicê bikin. Bi taybetî di dema ku hêzek dagirker ketibû sehneya şerê li Sûriyeyê, wan şervanan ku zilm û terorê tehemul nekiribûn, nedikarîn dagirkeriya artêşa Tirk li ser bakurê Sûriyeyê jî qebûl bikin. Robîn Agirî û Zana Ciwan ji yekem şervanên înternasyonal bûn ku bi hemû hêza xwe li kêleka gelê Minbicê sekinîn û bi israra xwe beşdarî berxwedana li dijî artêşa dagiker a Tirk û çeteyên wê bûn.
‘Ji bo têkoşîna pîroz hatime’
Robîn Agirî, bi navê rast Michael Israel, ji eyaleta Kalîforniya ya Amarîka bû û di Tîrmeha 2016 beşdarî şoreşa gelên Sûriyê bibû. Robîn di axaftinê xwe de wiha digot: ‘Li Rojava û bakurê Sûriyeyê şoreşa gelan ji bo azadiyê heye. Ez ji bo parastina vê tekoşîna pîroz hatime û ez ê li hember dijminên wê şer bikim.’
Heta dawiyê piştgiriya şoreşa demokratîk
Zana Ciwan ciwanekî ji Elmanya bû, navê wî yê rast Anton Leschek bû. Zana di Îlona 2016 tevlî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bû. Zana digot: ‘Şerê li Rojava û bakurê Sûriyê ji bo min şerekî rast û watedar e. Ji ber îradeya gelên vir ne zilm û desthilatê qebûl dike ne jî tirs û terorê. Ez ê heta kêliya dawiyê piştgiriya vê şoreşa demokratîk bikim.’
Her du şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 26’ê Mijdarê dema ku li hember êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê li rojavayê Minbicê li ber xwe didan û şer dikirin di encama êrîşa balafirên şer yên artêşa Tirk gihiştin şehadetê.“
Lehengê Kobanê û Minbicê
Şehîd Robîn Agirî (Michael Israel) li bajarokê Jakcson ê girêdayî bajarê San Francisco hate dinê. Di temenê xwe yê biçûk de bi polîtîkayê re eleqedar bû û bû parêzvanekî çalak ê mafê mirovan. Di dema meşandina xabatên mafê mirovan ên di saziyên demokratîk ên San Francîsco de Kurd û têkoşîna Kurdan nas kir. Piştî vê yekê bû yek ji dengê Kurdan ên li herêmê û di çalakiyên şermezar kirina êrîş û tevkujiyên li dij Kurdan de cihê xwe girt.
Di pêvajoya berxwedana Kobanê de tevlî refên YPG’ê bû. Di berxwedana Kobanê de birîndar bû û ji bo tedawiyê vegeriya Emerîkayê. Demekê li paytexta eyaleta Calîforniya Sacramento tedawî dît. Di Newrozaa li San Fransisco de mîna lehengekî gel ji aliyê Kurdan ve hate pêşwazî kirin. Piştî tedawiya wî qediya careke din berê xwe da Rojava û tevlî berxwedana li Rojavayê Kurdistanê bû. Herî dawî beşdarî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bû û di pêngava rizgarkirina Minbicê de cih git. Her wiha li dij dagirkeriya artêşa Tirk têkoşiya û şehîd ket.
Nav û Paşnav: Robîn Agirî
Navê Rast: Michael Israel
Navê Dayikê: Jennifer
Navê Bav: Michael
Cihê ji dayikbûnê: Lodi, California
Dem û cihê şehadetê: 26-11-2016 / Minbic
Nav û Paşnav: Zana Ciwan
Navê Rast: Anton Leschek
Navê Dayikê: Tatjana
Navê Bav: Heinz
Cihê ji daykibûnê: Bielefeld, Germany
Dem û cihê şehadetê: 26-11-2016 / Minbic
MINBIC