27 sal derbas êrişên Enfalê ku di serdema rejîma Baas de canê 182 hezar mirovê Kurd stand . Hîna jî gorên giştî wan tên kolandin û hestîyên qurbanên tevkujiya Enfalê tên derxistin. Di operasyonên Enfalê de zêdetir 4 hezar gund hatin vala kirin û hilweşandin.
27 sal derbas bû û rijîma Baas belkî niha ne li ser destilatdarîyê ye, lê welat tije diktato0r bû ye. Li aliyekî DAIŞ, li aliyeke din jî her serokê partiyekê, walî, parlementar bi serê xwe mîna dikatorekî dijî.
Enfal yek ji sûreyê Quranê ye ku mal û jin û zarokên kesên mîna kafir û xwedê nenas, ji bo misilmanên şer dikin helal dikir di dema vebûnên Îslamê de ye. Lê Seddam li ser bingehe tunekirin û dagirkirinê van hemleyan birêve bir, tiştên Seddam Hûseyîn kir bi navê Îslamê niha jî DAIŞ zêdetir jî pêk tînê. Operasyonên li ser bingeha tunekirina yên din hatin pêş xistin û ev rewş hîn jî berdewam e.
Nexwe kuştina zêdetirî 2 milyon mirov û koçber bûna 2 milyonan ku piranîya wan jin û zarok in, li Îraqê tê çi wateye? Êzîdî ji hêz û eşîretên Sûnnî direvin û koçber dibin, Sûnnî jî ji herêmên xwe koçber dibin û ji tirsê mirinê berê xwe didin derveyê welêt û Başûrê Kurdistanê. Kesên azadîxwaz li herêmên Kurdistanê ji tirsê hêzên selefî û oldarên dogmatîk direvin. Şiî ji herêmên xwe ji destê Sûnniyan direvin. Ev rewş bi tena serê xwe bese ji bo mirov bizanibe li Îraqê çi diqewime.
Li hemberê vê zihniyetê li Îraqê nava hêzên Sûnnî û Şiî, heta nava hêzên Kurd de jî ti alternatîvên demokratîk pêşkeş nekirine, ti projeyeke civakî nayê dîtin. Hêna jî zêdetirî 250 sercerdevanên di êrişên Enfal a ser Kurdan de tevlî operasyonan bûne nehatine darezandin.
Beriya 27 salan bedenên mirovan hatin tinekirin, paşî jî bi kesên yên hatin berdan travmeyên nava civakê kûr kirin ku hîn jî ne tenê nehatine çareser kirin. Ji nûve avakirin ne di rojeva Başurê Kurdistanê û ne jî ya Îraqê de ye. Îraq û herêma Kurdistanê bû cihê bazirganî û kompaniyayên mezin û mijandina rihê civakê. Civak ji civakbûnê hatîye xistin û herêm teslîmî vîjdanê sistema sermaya cîhanê hatiye kirin. Di bin navê ‘pêşketinê’ de herêm kirine bazara qazanc û destkeftina hin grup û xanedanan. Herêm kirine qada berjwendiyên aborî û malbatî û bi medyayeke xwedî teknîkên modêrn hinavê civakê tên xwarin. Rihê civakê dîl girtine û koleyên modêrn diafirînin. Dema ji civakê bipirse Enfal çî ye? Hîna jî pênaseyeke rast û dirûst ji bo Enfalê nizanin; ji ber ku li ti pelêkî perwerdeyê de êrişên Enfalê nehatiye naskirin û zihniyeta pişt êrişên Enfalê nadin nasandin. Ji xwe dema rastîya Enfalê bidin naskirin, kûrsiyên wan jî dihejin.
Rewşa yên ji xwe re dibêjin ‘em Misilman’ in, li zêdetir 2000 mizgeftên Başurê Kurdisatanê de her roja Înê gotaran didin û mixabin li beşek ji van mizgeftan dijûn li jinan tên kirin. Fikrên Selefîzim û Wehabiyan belav dikin û di bin minberê DAIŞ‘ê û vê carê di nava civakê de zihniyeta dema rejîma Baas û operasyonên Enfalê wisa didomînin. Tevî xizaniya civakê, her sal bi hezaran dolar bi navê Hecê de li rêya Arabistana Saûdî de xerc dikin.
Rewşa qaşo rewşanbîran ji wê baştir nîne, mîna Misilmanên 99 navên Xwedê dizanin, wan jî navên bi hezaran akademîsyen, zanyar û feylesofên Rojavayî jiber kirine lê xeberê wan ji ciranê xwe nîne, ku her roj li zaroka û hevjîna xwe dixe û dikujin.
Dibe ku di vê nîvîsê de pir reşbînî hebe lê be rastî jî alternatîveke demokratîk di warê pêşengî kirina guhartinên civakê nayên dîtin, yên hene nebirêxistinkirî ne. Di teoriyê de mane, pir di dîrokê de mane. Ji bo niha ne xwedî siyaseteke bi asoyeke ferkirînê, di nava vê bê alternatîfbûnê de rewşa jinê herî trajîk e. Ji xwe eger nava 27 salan de êrişên Enfal li ser jinan, gund, civak, zarok, xwezaya Kurdistanê rast bihatiba xwedin, famkirin ti car Komkujiya Şengalê pêk nedihat.