"Beriya armancê bi çaran", "Destpêkên hobiyîn li ber dil - û li ser piştê", Rûniştineke xurt, barê sivik…" navê hinan ji van resmên qerfî ye ku di pêşangehê de cihê xwe digirin.

Li vir mijar bisîklêtên destpêkê yên bê pedal in ku di dema destpêka xwe de bûbûn lîstokên elîtên aborî, siyasî û ronakbîran û hobiya herî zêde li ber dilê wan xweş. Ji ber wê jî ev "du çerxeyên" hanê yên besît hingê ji her kesî nedihatin ku werin kirrîn. Bi her halî ev resm û karîkatûrên ji destpêka sedsala 19´an (resm bi pirranî di navbera 1813 û 1819´an de hatine xêzkirin). 



 LONDON