Cenazeyê Wedat doh serê sibehê ji Mizgefta Cûdî hate wergirtin û ew birin goristana Şaxkî. Di dema merasîma cenaze de malbata wî, hevalên wî, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê amede bûn.


Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyanî da

Her wiha berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah doh derbarê kuştina Wedat Hisên Elî de daxuyaniyek da. Dr. Umêd Sebah di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê dayî de, diyar dike ku yek ji nûnerên Mesûd Barzanî li ser navê wî peywendî li gel malbata rojnamevan Wedat daniye û wiha dewam kir: “Yek ji ofîsên girêdayî Barzanî li ser navê wî, peywendî li gel bavê rojnamger Wedat Hisên Elî re çêkiriye, sersaxî jê re xwestiye.”

Sebah diyar kir ku Barzanî ji malbatê re gotiye ku bi ti şêweyekî sûcek wiha nayê veşartin û pêwîst e tavilî tewanbar bên peydakirin û cezakirin. Barzanî ji bo peydarkirina tewanbaran jî ji sazî û aliyên peywendîdar xwestiye ku li ser rewşê lêkolînê bidin destpêkirin û tewanbar bên girtin.


Ne cara ewil e 

Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed der barê qetilkirina rojnamevan Wedat Elî Hisên de li ser hesabê xwe yê tora civakî Facebookê nivîsek weşand û got: “Ev bûyera terorkirinê piştî revandinê, bi êşkenceyeke hovene pêk hatiye. Ev ne cara yekê ye ku pêk tê û xuya ye jî wê nebe cara dawî. Welatiyên me ji ber karên rojnamevaniyê, ji ber fikrên azad li Kurdistanê tên terorkirin.” 


 DUHOK