Li Êlihê ku 5’emîn care Festîvala Şanoyê tê li darxistin, bi eleqeyek zêde ya şano hezan berdewam dike. festîvala ku ji bo Ş. Şervan Hêvî hatiye diyarî kirin, di çerçeveya wê de îro Şanoya Şaredariya Êlihê lîstoka Eşber Yagmurderelî ya bi navê “Dupişk- Akrep” pêşkêş kir.

Şano li Salona Sînemayê ya Yilmaz Gûney ji aliyê bi sedan kesî ve hat temaşe kirin. Lîstoka ku ji aliyê Yaqup Tilerminî ve hatiye wergerandina Kurdî ji aliyê derhênerê Çavnêr Varlam Lalî Nîkoladze ve hat bi rêvebirin, di dema temaşekirinê de şanogerên Kurd ên li Kurdistan û Ewropayê djijîn jî amadebûn.
Lîstoka ku ji aliyê Nivîskar Eşber Yagmurderelî ve li ser buyerekî ku di Girtîgeha Sînopê de jiyan kiriye nivîsandiye, bi lîstina performansekî baş ji aliyê temaşevanan ve hat ecibandin. Lîstok li ser daraza Tirk a li ser hovitiyên li ser girtiyên siyasî têne kirin, bi awayekî bê sansûr nîşanda. Salona ku ji aliyê temaşevanan ve tije bibû bi deqeyan li ser lingan çepik hat lêxistin. Piştî lîstokê plaket hat dayîna lîstokvanan. 

ÊLIH