Di şerê li dijî DAIŞ'ê de hêzên YPG'ê demeke dirêj wesayîtên zirxî yên bi hesin dora wan hatiye girtin, bi kar anîn. Yek ji van wesayîtan jî niha li bereya Reqayê ye. Navê wê jî 'Dûpişka heft ruh' e. 

Şervanên YPG'ê bi alîkariya hesinkarên Kobanê dûpişka heft ruh çêkirin. Ev dûpişk di hemû şerên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de cihê xwe girtiye û her tim li bereya herî pêş e. Geh birîndaran radike û geh şer dike, geh lojîstîkê digihîjînê şervanan û geh karê cebilxaneyan dike. Dûpişka heft ruh niha jî di nava şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de li bejahiya Reqayê, toz û dûman bi ser dikeve û li kêlek şervanan vê axê ji çeteyan rizgar dike. Şervan Kobanê ajokariya wê dike. Dema me navê wê jê pirsî ji me re got: "Hevalên min navê wê kirine dûpişka heft ruh. Lê ez dibêjim navê xwe YPG ye. Ji ber ku ew jî wek wan xwedî vîneke ji pola ye."

Hundirê maşîna dûpişkê pir germ e. Me ji Şervan Kobanê dîsa pirsî ka çawa tê de xwe radigire. Wiha bersiv da, "Ev dûpişk bûye parçeyek ji laşê min, ji ber ku pirr alîkariya hevalên min dike. Ez fêr bûme. Dema dor li hevalên min tê girtin, yan erebeyên normal nikarin herin, ez û dûpişka xwe diçin."

Şervan wiha behsa dûpişka xwe kir: "Her roj guleyên çeteyan li vê makîneyê dikevin. Doh mayîn pê de teqiya. Lê tiştek pê nehat. Lewma hezkirina xwe li gel min û hevalên min heye." 


HEYSEM MISLIM / ANF / REQA