EHMED REŞÎD / ANHA/EFRÎN


Bi dûrbîna xwe, parastina sînorê welatê xwe dike û tevgera dijminan dişopîne. 

Welatiyê bi navê Luqman Fewzî (51) ji gundewarên herêma Raco ya girêdayî Kantona Efrînê, yên nêzî sînor e. Luqman di çeperên pêş ên şervanên YPG/YPJ′ê yên ku parastina Kantonê dikin, de cih digire.

Apê Luqman qebûl nekir ku di dema êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Kantonê de di malê de bimîne. Di saetên sibehê de tevî dûrbîn û keleşa xwe derdikeve û li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, tevgera dijmin dişopîne. Dema ku Luqman tevgereke bi guman dibîne, yekser şervanan agahdar dike.

Apê Luqman Tevgera Azadiya Kurdistanê ji destpêka avakirina wê ve nas kiriye û jê bi bandor bûye. Wî xwest ku di çarçoveya erka xweparastinê de vê xebatê pêk bîne. Armanca wî ew e ku di vê rewşa hestiyar a ku herêm tê re derbas dibe de (taybet bi zêdebûna êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantonê), bi berpirasyariya li hember welatê xwe rabe.

Apê Luqman bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, bi şêniyên gundewarên Efrînê yên li ser sînor re grûpên parastinê ava kirin û bendên kontrolê li ketin û derketinên Kantonê danîn. Piştî ku YPG/YPJ′ê û Hêzên Asayîşê li Kantonê hatin avakirin, Endamên grûpên parastinê di nava refên wan de cih girtin.


Da ku êş dubare nebin

Apê Luqman anî ziman ku bi destpêkirina şoreşa 19′ê Tîrmehê re û rizgarkirina herêmên Rojava ji rêjîma Baas, wî dest bi şopandin û parastina sînor kiriye. Dema ku tevgereke bi guman ji aliyê leşkerên Tirk ve dibîne, yekser hêzên parastinê agahdar dike û welatiyên gundewarên li ser sînor hişyar dike.

Apê Luqman anî zimên ku ew bi vê yekê radibe da trajedî û xerabiya ku di encama şer de li gelek bajar û herêmên Sûriyê hat jiyîn, li Efrînê dubare nebe. Apê Luqman diyar kir ku di dawiyê de ew ê bi ser bikevin û wiha domand: ″Ez ê vê xebata xwe heya noqteya xwîna xwe ya dawî, bidomînim. Em destûr nadin ku ti hêz axa me dagir bike. Êdî bese koletî, serkeftin para me ye.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re apê Luqman li gel şervanên YPG/YPJ′ê beşdarî parastina sînorê Kantona Efrînê bû (taybet li eniyên Cindirêsê û Qestel Cindo).