Dewleta AKPê, vî agirê dijwar û duwê şînê, li derdoran jî bela dike.
Ev rengê têkçûna sosyolojiya civakî ye, rengê xitimandina siyasetê ye. Islama Tayibîst û Gulenîst, biqasî laîktiya CHP’ê, Tirkiyê kiriye nava bextreşiyek wêranî. Bê CHP çiqasî tovê waweylê reşandiye, AKP’ê jî hewqas tovê bextreşiyê reşandiye. Dewleta şovenîst û milîtarîst di bedena AKP’ê de zindî ye.
Mucîzeyên Tayyip Erdogan, 12 sal in, Kurdistan kiriye kana teqînê. Geh kan e, geh êtûn e!.. Di her komkujiyê de, bêhna gaza kimyewî bi ser tevahiya Kurdistanê dikete û duwê şînê ji her mala Kurd bilind dibû.
Bi saya mucîzeyên Erdogan, li Rojavayê Kurdistanê jî, bilindbûna duwê şînê xalî nabe. Çeteyên hov û kujer, ha ha bi satoreyan êîrşî gel dikin.
Zanistên li dora Erdogan jî, ji bo tîtra prof.tiyê; zadegan li dora Erdogan ji bo kursî, dewşrimeyên li dora Erdogan, ji bo alif, hem “delêliya şemaetê-bêuxurî” dikin, hem “cinneta xizaniyê” vedibêjin. Ev karê rûreşiyê, weke edebiyata maxdruiyetê 12 sal in berdewam dike. Teva jî, bi awayekî lewlebazî berdevkiya “demokrasiya hemdemî” dikin. Teva bi rûşiştiyek mezin, Tayyip Erdogan û desthilatdariya AKPê, wek şansê dawî nîşan didin. Di her skandala hiquqî, siyasî, bazirganî, civakî de, di her komkujiya li Kurdistanê; di her êrîşa faşîzan, ku wek “faşîzma reş” li kolanan pêşdikeve, ev kes û derdor bêdeng dimînin.
Di komkujiya Soma de jî Tayyip Erdogan, weke herd emê, şemaetek-bêuxuriyek nîşan da û komkujiya kanê wek “qeza kar” bi nav kir. Mînakên cîhanê dan.
Serokê CHP’ê Kew Kemal jî, li Soma bû û got, “emê bibin şopdarê bûyerê.” Şopdariya muxalafetê jî, cûreyekî bêdengkirin, sergirtin û meşrukirina bûyeran e. Kew Kemal, ji berdêla komisyoneke parlamenê daxwaz bike, bang li mufettişan kir ku rapora xwe durust amade bikin. Ev “orîental despotîzm” e!.. Ev pêjna tirsa hatiye belakirin e. Tirs!.. Tirsa ji yê din, ji xwe, ji derdoran, ji jiyanê... Tirs, zirxê dagirker û zaliman e. Li Soma jî, car din tovê ji jiyanê reşandin.
Vê carê jî, muxalefet û desthilatdarî ligel hev bû. Piştî daxuyaniyên rayedarên desthilatdarî û muxalafetê; patronê kana komurê jî derkete pêşberî ekranan, behsa zarokên karker nekir û got; “qeza em teva xemgîn kirin, karker teva bi sîgorte ne, emê dilê malbatên miriyan xweş bikin.” Gelo bedena zarokên karker, wê bi çi rengî ji kûra zerzemîn a kanê werin derxistin. Kengî?
Desthilatdarî, muxalefet û Bazirgan ligel hev, bi hewldaneke kolektîf, komkujiya li Soma, bi gotin û çend “otilme-pereyan” vegotin. “Yariya demokrasî” ev e; destîniya ‘li jor Xweda li jêr dewlet’, careke din derkete holê. Şovenîzm û mîlitariya di xizmeta bazirganiyê de!..
Ev zihniyeta Erdogan di komkujiya Rosboskê de jî, bi “yariya dîrokî” derkete holê. Cûdatî, “yariya dîrokî” û “yariya demokrasî” ye, lê encam yek e. Aliyekî vê zihniyetê koletî ye, aliyek jî zihniyeta netew-dewleta li ser bingeha faşîzmê ye. Yek-yek û tacîdar kirina kapîtalîstan.
Rayedarên desthilatdariya AKP’ê û Erdogan, li Soma jî wek mirovên rûşiştî derketin holê û gotinên klasîk dubare kirin. Dema Erodgan çû Soma, bi hêrsa dilêşî û şewata dil, nerazîbûn nîşan dan; lê esker, şêwirmendê Erdogan, midurê qelemê û alîkarê midurê Erdogan bi hev re êrîşî gel kirin. Tovê tirsa jiyanê ev e!..
Careke din eşkere bû ku, di navbera desthilatdariyê, muxalefet û holdingan de “dengeyek” hevkariyê heye. Tabloya “denge”ya navbera sê basikan, her dem xuya nake. Lê di bûyera tajîk a Soma de zelal xuya kir. Desthilatdarî, mufalefet li Soma bûn û di axaftinên xwe de dengeyek çêkirin. Piştî wan jî, patronê holdinga kana komurê daxuyanî da û lingê sêyemîn yê dengeyê temam kir. Niha dora radikalên romantîk e. Desthilatdariya AKP’ê, di destpêkê de, pandomîm bû û rûdêna gelek kes û derdoran kenand. Radîkalên romantîk, ji ferehenga xwe “ide” û “îzm” avêtin û bûne berdevkê Erdogan û AKP’ê. Ev kuştina zanista akademîk e.
Van kes û derdoran, di yek bûyera trajîk a li Kurdistanê de, şîna gelê Kurd parvenekirin.
Sîstema koletiyê, dagirkerî, dewşirmetî û kujer: her dem radikalên romantîk diafirîne: Ev rewşa “spazma enetelektuelî” ye. Di mêjî de qeyran çêdibe, di dil de xwîna reş dipingihe. Spazma entelektuelî, herî zêde di dema desthilatdariya Erodgan de çêbû. Lê hejmara prof.an jî zêde bû. Qelemşorên ku “qodifî-tasnîfa” beden, mêjî û dilê xwe winda kirin, mixabin têkiliya destîniya Erdogan û çeteyên DAIŞ‘ê, El Nusra û hwd. parvekirin.
Zihniyeta ku li Roboskê zarok kuştin, di kana Soma de zarok kuştin. Li Rojavayê Kurdistanê jî, heman karî bi rengekî din dimeşîne. Ev zihniyeta desthilatdariya bazirganiya selefkarî ye. Çi li ser kursiyê serokwezîrtiyê rûniştî be, çi li ser kursiyê serokatiya muxalafetê rûniştî be, çi li ser kursiyê partrontiya holdingê rûniştî be, ferq nake. Ev navê mekanîzmeya netew-dewletê ye û li ser milê “artêşa koleyan” hatiye avakirin. Erodgan, komkujiya tarjîk ya Soma, weke bûyerek “asayî-normal” nîşan da. Aliyekî vê zihniyetê, dagirkirin û talan e, aliyekî wê jî kuştin e. Karê zêde, pereyên hindik; yanî kedxwarî û dagirkeriya beden û jiyana mirov.
Ha sîstema koletiya Roma, ha sîstema netew-dewlet, ha kiryarên dewleta AKPê!..
Teva jî, çavkaniya duwê şînê ne!...
Duwê şînê vê care li Soma bilind bû
Tirkiye, ji çar aliya ve, Kurdistan jî di nav de, kûr’eke ku ji binî ve dikele, êtûn’eke ku agir li serê wî gurî dibe. Ji her aliyan ve duwê şînê bilind dibe.