Êrişên hovane, qirkirina etnîkî ya ku encama êrişan e û sûcên şerî hemû jî bi destûrdayîna bikaranîna meydana hewayî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya DYE´yê mumkin bûn. Ew meydan îro jî di kontrola Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de ye.
Îlham Ehmed: Kontrola meydana hewayî hê jî di destê pentagonê (wezareta bergiriyê ya DYE´yê) de ye. Û hîna jî di roja 21´ê (îro 23) ya êrişên Tirk de herêmên me di bin banê kontrola hewayî ya DYE´yê de ne. Agirbest nîne.
Mustefa Balî: Em dibînin sedsalekê dewam kir heta ku DYE´yê qirkirina Ermeniyan qebûl kir. Ev durûtiyeke eşkere ye ku mirov qirkirineke 100 salî nas bike û hema hema ti tiştî neke ji bo pêşî bigire li qirkirineke din a diqewime.
Dewleta Tirk bi esker û çeteyên xwe êrişên xwe yên dagirkeriya qirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Herdu agirbestên ku dewleta Tirk bi Emerîka û Rûsyayê re li ser wan li hev kirî jî, wê bi xwe daimî binpê kirin. Di êrişên xwe de dewleta Tirk û çeteyên wê xwe ji sûcên li dijî mirovahiyê û yên şerî jî venedan. Wan siyasetvan, sivîl qetil kirin, cenaze texrîb kirin, êriş birin ser xebatkarên tenduristiyê, ambulans bombe kirin. Wan çekên qedexekirî yên weke bombeyên bi fosfora spî bi kar anîn. Ev êrişên hovane, qirkirina etnîkî ya ku encama êrişan e, û sûcên şerî hemû jî bi destûrdayîna bikaranîna meydana hewayî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mumkin bûn. Ew meydan îro jî di kontrola Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de ye; mirov bivênevê vê pirsê dike, çima DYE meydana hewayî li dagirkerên qirker nagire da ku sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer qet nebe neqewimin?
DYE divê bi erkên xwe rabe
Aliyên eskerî û siyasî yên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê jî ev pirs kirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi daxuyaniyekê got, “Tirkiye li gorî peymana agirbestê ya bi DYE´yê re tevnegiriya û şer dewam dike. Tirkiye tevî hêzên tundraw ên Îslamî dest bi dagirkirina gundên Xiristiyanan kir û hewl didin bikevin Til Temirê ku pirraniya xelkê wê Asûrî-Suryanî ne, gefê li wan dixwin ku wan tine bikin. DYE divê erkên xwe bi cih bîne.”
DYE destûra êrişa bi balefiran dide
Ev banga bicihanîna erka xwe ya weke hêza garantor a agirbestê, hema wisa nehatiye kirin. Berdevkê Çapemeniya QSD´ê Mustefa Balî vê peywendê wiha rave dike: “Meydana Hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destê DYE´yê de ye. Ji 9´ê Cotmehê ve ev meydana hewayî ji bo êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên tundraw ên cîhadî yên li dijî herêmê, vekirî bû. Ti agirbest nîne. Rewşa insanî jî bi hişkî xirabtir dibe. Xelk ketiye ber êrişeke qirkirina etnîk a dewleta Tirk.”
Bi vê daxuyaniyê re ew lomeyeke din jî dike û dibêje, “Em dibînin sedsalekê dewam kir heta ku DYE´yê qirkirina Ermeniyan qebûl kir, em hêvî dikin ku çarenûsa Kurdan jî wiha nebe. Ev durûtiyeke eşkere ye ku mirov qirkirineke 100 salî nas bike û hema hema ti tiştî neke ji bo pêşî bigire li qirkirineke din a diqewime.”
Agirbest nîne
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî li ser mijarê got, “Kontrola meydana hewayî hê jî di destê pentagonê (wezareta bergiriyê ya DYE´yê) de ye. Û hîna jî di roja 21´ê (îro 23) ya êrişên Tirk de herêmên me di bin banê kontrola hewayî ya DYE´yê de ne. Agirbest nîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Pêşî statuya QSD´ê qebûl bikin
Li ser banga ji Wezareta Bergiriyê ya rejîma Esed a teslîmbûnê, Fermandarê Giştî yê QSD´ê bersiv da û got, “Awa û helwêsta daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Sûrî û banga wê ya li endamên hêzên me ya beşdariya şexsî ya nav artêşa Sûrî, ne bi xêrê ye. Wezaretê diviya çareseriyekê fena ya me pêşniyazkirî, pêşniyaz bikira, ku pê mana xweseriya QSD´ê li herêmên wê diparêze weke beşek ji sîstema bergiriya Sûrî.”