Li gorî nûçeyeke di Radyoya Dengê Emerîkayê (VOA) de, Pentagonê daye zanîn ku alîkariya ji bo sererastkirina hepsên Rojava û Bakurê Sûriyê de ew alîkariyê amade dikin. Li gorî nûçeyê 7 hezar êsîrên çeteya DAIŞ´ê yên ji Baxozê di destê hêzên QSD´ê de hene û ev hejmareke zêde ye ku divê bê misogerkirin ku ew ê girtî bimînin. Berdevkê wezareta bergiriyê ya Emerîkayê, Pentagonê, fermandar Sean Robertson ji VOA re gotiye “Koalîsyon destekê dide tamîrkirin û jinûveavakirina hin hepsan. Ev pirsgirêkeke navneteweyî ye û jê re çareseriyeke navneteweyî divê.”
Rayedarekî payebilind ê Pentagonê dawiya Adarê gotibû, “Pêdiviya wan (QSD) wê bi gelek alîkariyê hebe. Wan karekî harîqulade kir. Ji wan hat ku ji tine sîstemeke girtîgehan ava bikin.”
Robertson dibêje, vegerandina DAIŞ´iyên biyanî ber bi welatê wan ve wê çareseriyeke qismî bûna, lê: “Vegerandina terorîstên biyanî ber bi welatê wan ve, çareseriya herî baş e ku pêşî li van terorîstan bê girtin careke din li meydana şer venegerin. Lê ev gelekî zehmet diyar e, ji ber ku gelek welatan bi rijdî red kir DAIŞ´iyan li xwe bigirin.”
Alîkariya îstîxbarî û eskerî
Nûnerê Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MSD) li Emerîkayê Besam Îsheq jî îşaret bi pirsgirêkeke din kiriye: Pêdiviya bi desteka eskerî li dijî êrişên hucreyên DAIŞ´ê: “Ji bo vê desteke cihê ji me re lazim e. Me jixwe doza vê alîkariyê beriya bi dawîbûna şerê bereyê li dijî DAIŞ´ê jî kir.”
QSD´ê doza bêhtir alîkariya di warê agahiyên îstîxbarî de jî kiriye. Li gorî nûçeyê, rayerdarên Emerîkî wê erênî bersivê bidin van daxwazan. Tevî ku ji raya giştî re DYE´yê got, ew ê çend sed eskerî li Bakurê Sûriyê bihêlin jî, ew ê bibin beşek ji hêzeke teqrîben ji 1500 kesî ya ji welatên din ên koalîsyonnê.
WASHINGTON