DYE tenê bi xurtî dikare li Sûrî hebe
Irina Tsukerman ji bo navenda lêkolînên jeostratîk a Îsraîlî BESA´yê pirsa gelo wê yekîtiya Kurdî li Sûriyê bike ku siyaseta Emerîkî beramberî Sûrî bêhtir xwe bisipêre xurtiyê, kiriye.
Ew dibêje, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) pişta diyaloga ji bo yekîtiyan Kurdan girtiye di çarçoveya hedinandina nerehetiya dewleta Tirk aji rola PYD´ê de. Lê belê bi ya wê, tevahiya nîşanên heyî dibêjin, dewleta Tirk vê yekê bi xwe jî weke “normalkirina dijminên xwe” dibîne. Weke encam Irîna Tsurkeman îdîa dike, “tenê mudaxilbûneke bêhtir û siyaseteke aktîftir a karên derve yên DYE´yê wê karibe destketiyên muhtemel ên li dora hebûneke biîstîqrartir û yekbûyî ya Kurd mayinde bikin.” Axir ew wisa şîretan li hikûmeta DYE´yê dike. Lê divê aliyê Kurd jî hay ji van minaqeşeyan hebe. NEW YORK