Rojnamevan Ersîn Çaksû bi tevgera Emerîkayê ya li Sûrî daketiye û dipirse, gelo DYE li stratejiya xwe ya çeteyan vedigere?

Piştî ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, DYE’yê dest bi piştgiriya ji bo komên Sûnî yên radîkal-nerm kir. Ji ber ku ya dixwest ji van koman nekarî bi dest bixe di sala 2014’an de di şerê Kobanê de têkilî bi Kurdan re danî û li Sûriyeyê bû xwedî bandor. Lê belê piştgiriya xwe ya ji bo komên bi navê ‘mûxalefeta Sûriyeyê’ tevdigerin bi şêweyên cuda dom kir. DYE niha xwe amade dike ku li ser van koman ji nû ve lîstikê amade bike.

Piştî ku DAÎŞ ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên bi pêşengiya YPG û YPJ’ê hate têkbirin û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aram bû, DYE’yê ji nişka ve derfetên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêşî komên li dora Tirkiyeyê kir ku ji cîhadîstên radîkal ên DAÎŞ û El Nûsrayê pêk tên.

Erda Kurdan didin çeteyan

Pirsa ‘Gelo DYE dixwaze li herêmê çi bike’ her tê pirsîn. Lê belê tê zanîn ku DYE’yê ti carî têkiliya xwe bi van koman re nebiriye û her tim piştgiriya van koman kiriye. Bi van komên ku Tirkiyeyê li dora xwe kom kiriye û navê Artêşa Milî ya Sûriyeyê (Ceyşul Watanî) li wan kiriye, DYE hesabên nû dike û hewl dide Rojava pêşkêşî van komên di bin sîwana dewleta Tirk de ne bike.

Herêma dagirkirî ya ji 32 kîlometreyan ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo dagirkirina Rojava xist rojeva Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û daxuyaniya Trump a ku digot, ‘Me petrol ewle kir. Kurd wê ji bo xaka xwe ya nû bê veguhestin’ balê dikişîne ser heman mijarê.

Artêşa Millî ji çeteyan pêk hatiye

Di çapemeniya DYE’yê de beriya çend rojan hate ragihandin ku Wezareta Derve ya DYE’yê pêşniyara ‘Tawîzê bidin van komên ku pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê’ li rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Piştî biryara ‘vekişînê’ ya DYE’yê ji herêmê, hêzên Rûsya û Rejîmê ketin herêmê. Piştî vê yekê DYE’yê bi hêzeke mezintir li herêmê vegeriya.

Piştî ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, ji bo têkbirina rejîmê li başûr û bakur bi pêşengiya DYE’yê odeyên operasyonên leşkerî yên hevpar hatin avakirin. (Li Urdunê MOK, li Tirkiyeyê MOM) Piraniya komên di nava van navendên operasyonên leşkerî de bûn, niha bi navê ‘Artêşa Milî’ êrîşî Rojava dikin. DYE hewl dide derfetan pêşkêşî van koman bike ku piraniya wan ji El Qaîde, DAÎŞ, selefî û Îhvani Muslum in. Ev hewldana DYE’yê weke hewldana ji bo nûkirina polîtîkaya xwe ya der barê Sûriyeyê tê şîrovekirin.

Emerîka piştevaniya van koman dike

DYE, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Urdun, Qatar û welatên Ewropayê piştevanên herî mezin ên komên MOK û MOM bûn. Bi piştgiriya leşkerî, siyasî, dîplomatîk, propaganda, aboriyê ji van koman dihate xwestin ku ji başûr û bakur ber bi Şamê ve bimeşin û rejîmê têk bibin.

Ev komên di xeta El Nûsra, DAÎŞ, selefî û Îhvani Muslum de tevî ku bi ser neketin û gihîştin asta tinebûnê jî DYE’yê piştgiriya xwe ya ji bo wan bi şêweyên cuda dom kir. Dema ku ev kom yek bi yek hatin tasfiyekirin û ber bi Îdlibê yanî devera di bin parastina Tirkiyeyê de hatin veguhastin jî DYE’yê têkiliya xwe ya bi wan koman re dom kir. Bi destûra dagirkeriyê ya ji bo Tirkiyeyê re soza pêşkêşkirina Rojava dide van komên çete.

“Perwerde bike-bi çek bike”

Beşeke mezin a komên ku Tirkiyeyê di bin navê Ceyşul Wetenî (Artêşa Milî ya Sûriyeyê) de li hev kom kiriye bi El Nûsra re tevdigere ku El Nûsra di lîsteya ‘rêxistinên terorê’ ya DYE’yê de ye. Her wiha piraniya wan jî ji DAÎŞ’iyên berê pêk tê. Tevî vê yekê DYE’yê piştgiriyê dide Tirkiyeyê ku dixwaze bi rêya van koman herêmê dagir bike. Bi vî rengî li stratejiya xwe ya destpêka şer vedigere.

Piraniya komên di nava MOK û MOM de bûn û di sala 2013’an de beşdarî bernameya “perwerde bike-bi çek bike” ya “neserketî” bûn, niha di nava “Artêşa Milî” ya Erdogan de ne….

ERSÎN ÇAKSÛ / TIL TEMIR