Di kovara Foreign Policy ya mijarên siyaseta derve ya Emerîkî de ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ahed Al Hendi gotarek nivîsand bi ser nivîsa “Min jidayikbûn û mirina hovane a xewna Demokrasiya Sûrî dît” û pê îşaret bi, bo hovane qetilkirina Hevseroka Partiya Paşerojê ya Sûrî Hevrîn Xelef kir.

Ew dibêje sala 2017´an wê Hevrîn Xelef li Eyn Îsayê nas kiriye û ew weke jineke pirr biaqil terîf kir. Û ew aliyên wê em nas nakin jî bi me re parve dike. Hevrîn sibehan saet 5´an şiyar dibû da ku biçe Dêra Zorê li deverên nû ji DAIŞ´ê rizgarkirî, dersa matematîkê bide zarokan. Wê civîn jî bi serekeşîrên Ereban re dikirin da ku wan qaneh bike ku pişta Partiya Paşerojê ya Sûrî bigirin.

Ew behsa şehîdkirina wê ya hovane ya 12´ê Cotmehê jî dike û piştre dibêje, “Qetilkirina Hevrîn Xelefê necisiya ku Sûrî ji sala 2011´an ve xistiye nav lepê xwe û kuştina Şoreşa Sûrî bi destê cîhadiyan nîşan dide. Hema piştî wê mixalefeta lîberal beramberî Îslamîstên Sûrî têk çû, komên cihî yên ser bi Ixwanul Muslimîn xasma jî ji ber desteka DYE´yê karîn vê bikin...

Encam tişta em îro dibînin e: Serweriyeke xurt a komên Sunî yên bi daxwazên împeryal: komên weke El-Qaîde û Ehrar al-Sham. Ew ciwanên Adara 2011´an li Şamê aştiyane meşiyan hema dîtin ku şoreşa wan hatiye desteserkirin bi destê cîhadiyên canî yên ku bajarên li ser sînor dagir kirin û yên weke wan ên ku Hevrîn Xelef qetil kirin.”

DYE ji bo van caniyan xebitî

Ew wekî din dibêje, “Min dît çawa DYE´yê xwe êşand ji bo misogeriya nûneriya van cîhadiyên Îslamî li hevtînên ji bo aştiyê yên li Cenevreyê, di heman demê de Kurd li ser daxwaza Tirkiyeyê li derve hiştin. Min dît çawa Serokê DYE´yê Donald Trump li hemberê dagirkeriya herêma Kurd Efrînê bi destê Tirkiyeyê ti tişt nekir û tenê temaşe kir û niha jî heman tiştî dike dema ku bakurrojhilata mayî ya Sûrî ya pirrçandî jî bê dagirkirin.”

Ew gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Bi awayekî îronîk, hêzên Esed êriş nebirin ser wê - serhildêrên qaşo li dijî Esed yên ku demekê wê jî û min jî me pişta doza wan digirt, ew qetil kirin. Ya niha ji dinyayê hemûyî ve xuya dike ev e, ku ku ew tenê eskerên bi pere yên Tirkiyeyê ne, çete ne û sadîst in.”

 

WASHINGTON