
Piştî êrîşa bi gaza kîmyewî ya li Xan Şêxûn a li Idlibê, DYE eşkere kir ku ew ê siyaeta xwe biguhere. Di encama vê de DYE´yî doh berê sibehê li ser fermana serokdewlet Trump mûçekên Tomahwk avêtin balefirgeha eskerî ya El-Şiêrat.
Êrîş doh sibehê saet 4´an Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi fermana serokê welêt Trump bi 59 mûşekan êrîş bir ser Balefirgeha El-Şiêrat a artêşa Şûrî ya li başûrrojhilatê bajarê Humsê. Ev êrîş piştî ku DYE´yê da zanîn ku ji ber helwêsta Rûsyayê ya li Konseya Ewlekariyê ya NY´yê, ew ê bi tena serê xwe tevbigere û rejîma Sûrî ya sîlehên kîmyewî bi kar anî, bê ceza nehêle, pêk hatin. Êrişê li dinyayê rê li ber helwêstên cihêreng vekir.
Girîngiya El-Şiêrat
Balafirgeha El-Şiêrat 31 km li başûrrojhilatê bajarê Humsê ye û lê balafirên Mig 23, Mig 25, Sukhoi 25, du muderec, mûçekên Sam 6 û sîstemên parastinên hewayî, hene.
Ev balafirgeh yek ji navendên esasî ye ku jê balafir ber bi Idlib, Hums û Hemayê ve difirin û bombebaranê dikin. Jixwe, li gorî daxuyaniyên Emêrîkiyan, balafirên Xan Şêxûn bombebaran kirî û di encamê de bêhtirî 70 kesî hatin qetilkirin, ji vê balafirgehê rabûne.
Li gorî daxuyaniya Artêşa Rêjîmê jî di encama vê lêdanê de, 6 esker hatin kuştin û birîndar jî hene. Sûriyê her wiha îdîa kir ku di êrîşê de 4 jê zarok 9 sivîl jî hatine kuştin.
Her wiha ji parêzgeha Humsê agahî hene ku dibêjin doh tevahiya rojê erebeyên agirkuj hewl didan şewata li balafirgehê vemirînin. Dîsa li gorî rayedarên Rûsî hemû balafirên li wir ji xizmetê ketine, ango hatine rûxandin.
Helwêsta dewletên dinyayê
Li dinyayê gelek aliyan erênî, neerênî ev helwêst pêşwazî kir. Herçî hevgirên DYE´yê ne ev gav bi erênî pêşwazî kirin û piştgiriya xwe ragihandin. Serokê Franseyê François Hollande û Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkelê dan zanîn ku tenê Esed berpirsê vê rewşê ye û ew destekê didin kirinên DYE´yê.
Brîtanyayê da zanîn ku ew bi temamî destekê dide gavên DYE´yê, lê Wezîrê Bergiriyê yê Birîtanyayê da zanîn ku êrîşên pêkhatî nayên wateya pêngaveke eskerî li hemberî rêjîmê.
Herçî Tirkiye ye, xwe çar lepan avêt ser bûyerê; Cîgirê Serokwezîrê Tirk ji kenaleke herêmî re da zanîn ku ew bi erênî li van êrîşan dinêrin û pêwîst e hikûmeta Sûrî bê cezakirin. Tirkiyeyê heman rojê pîlotê Sûrî yê li Tirkiyeyê piştî ku balefira wî hat xistin, dihat derman kirin, girt. Vê helwêsta Tirkiyeyê jî nîşan da ku di siyaseta derve de ti alî nikarin baweriyê pê bînin û hewldanên wê yên berjewendîperest ti sînoran nas nakin. Lewma wê di cih de siyaseta xwe ya dij-Kurd dîsa derxist pêş û behsa herêmên tampon û qedexeya li balefiran a meydana hewayî anî rojevê.
Nerazîbûna Rûsya û Îranê
Herçî bereya neraziyan e, li serê wan Rûsya û Îran tên. Li gorî ajansên Rûsî, serokê Rûsiyayê Vladimir Putin da zanîn ku êrîşên DYE, binpêkirineke hiqûqa navdetewletî ye û ziyaneke mezin da têkliyên DYE û Rûsyayê. Rûsyayê her wiha daxwaza civîneke awarte ya Konseya Ewlekariyê kir û ragihand ku hevpeymana aştiyê ya hewayî di navbera wan û DYE´yê de êdî bi dawî bûye.
DYE´yê bi xwe, ji aliyê xwe ve eşkere kir ku beriya êrîşê, wê Rûsiya agahdar kiriye.
Weke dihat payîn, Îranê jî ev êrîş bi metirsîdar pênase kir û şermezar kir. Ev gotin li ser zimanê berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Behram Qasimî pêk hat, Qasimî got, "Ev gavên wiha dê direhên terorê li Sûriye xurt bike û rewşa herêmê aloztir bike, Îran kirinên yekalî şermezar dike."
NAVENDA NÛÇEYAN
Putîn Esed kir hedefa êrîşan

Li Rûsyayê piştî ku derket holê, DYE´yê beriya êrîşê li dijî balefirgeha El-Şiêrat Rûsya agahdarkiriye, minaqeşeyên siyasî yên balkêş hatin kirin. Tevî u fermî Rûsyayê peymana xwe ya kordînasyonan hewayî bi DYE´yê re betal jî kir, li gorî gelek analîzkeran, Putîn ji meseleyê haydar bû û Esed kir armanca êrîşê. Karîkatureke siyasî jî vê yekê xweş nîşan dide.
MOSKOV