Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî rejîma Baesê ya Sûrî hişyar kir. Wezareta Karê Derve daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku hin nîşan hene rejîma Sûriyê di 19’ê Gulanê de li bakurê rojavayê Sûriyeyê klor bi kar aniye.

Berdevkê Wezaretê Morgan Ortagûs got, “Der barê vê meseleyê de em agahiyan kom dikin. Lê em hişyarkirina xwe dubare dikin, heke rejîma Esad çekên kîmyewî bi kar bîne, DYE û hevkarên wê, wê bersiveke pêwist bidinê.”

Berê jî li ser heman mijarê, Serokê DYE’yê Donald Trump bi hinceta ku çekên kîmyewî bi kar anîne du caran fermana êrişa li dijî rejîma Sûriyê dabû. Piştî îdîaya ku li Xan Şeyxûnê gaza sarînê hatiye bikaranîn, di Nîsana 2017’an de li dijî rejîmê du êriş hatibûn kirin. Salek bi şûn ve jî bi îdîaya ku li Dûmayê li dijî sivîlan êrişeke kîmyewî hatiye kirin, Fransa û Ingilîstanê êrişên hewayî kiribûn.

Rûsya jî sûcdar e

Rejîma Sûriyê di her du caran de jî sûcdariya çekên kîmyewî qebûl nekiribû.

Morgan Ortagûs diyar kir ku ev bûyer eşkere ne û got, “Rejîma Esad, li Sûriyê bi çekên kîmyewî êriş kiriye. Ji ber hevkariya wê ya bi rejîma Sûriyeyê re, Rûsya jî sûcdar e.”

Rejîma Sûriyê û hevkarê wê Rûsya, ji serê meha Nîsanê û vir ve operasyonên xwe yên li herêma Îdlîbê zêdetir kirine. Ev herêm di navbera Rûsya û komên çete yên ku girêdayî Tirkiyeyê ne, di Îlona 2018’an de wekî ‘herêma bê şer’ hatibû diyarkirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN