
“Dem dema Înternetê ye”, “ Dem dema Teknolojiyê ye” em wan hevokan gelek caran dibihîzin. Ji rastiya wê guman nîne, belê teknîk û înternet ewqas pêş de diçe. Lê bi kîjan zimanî, em hînî wan tiştan dibin û bi kar tînin? Kurdî di wî warî de di çi astê de ye? Gelo zimanek belengaz e? Bi herhalî kes û saziyên xwedîerk hene, û bêyî ku li benda berdêlekê bin bi dildarî li kelepûra Kurdî gelek tiştan zêde dikin. Yek ji wan jî “ Kovara Zanko” ye. Kovara Zanko bi du zaravayên Kurdî ango Kurmancî û Zazakî derdikeve û ne kovareke klasîk e, çiku ew ne kovareke çapkirî ye, e-kovar e. Li ser înternetê xwe digihîne xwînerên xwe.
Kovara Zanko xebateke kolektîf e û ji aliyê Bernamegeh Groupê ve tê meşandin.“Bernamegeh.net” sala 2010’an bi awayekî li ser înternetê dest bi amadekirina zimanê Kurdî yê bernameyên kompîturê kirb. Nêzî 250 bernameyên kompîturê ji aliyê vê komê ve hatin Kurdîkirin. Piştî demekê “teknoKurd.com” kovareke zanist û teknolojiyê ya bi navê “Kovara Zanko” xiste nav refên Kovarên Kurdî. Zimanê vê kovarê bi temamî Kurdî ye û hemû nivîsên tê de cih digirin xwerû agahiyên nûjen û piştrastkirî ne. Kovara Zanko di warê xwe de bi vê şêwaza xwe yekemîn e. Ji ber ku ne bi tenê zanist û teknolojî, tê de bi dehan mijarên cur bi cur hene. Ji erdnîgariyê bigirin, heta biyografiyê, ji biyolojiyê bigirin heta teknîka otomotîv û motorsîkletan. Her wiha li ser van xebatan hewldana wan ji bo fermîkirina “National Geographic Kurdish’ê heye.
Edîtorê Kovarê û di heman demê de jî kordînatorê malpêra Bernamegehê Cûneyt Ewrareş dibêje, niha hewl didin ku siberojê li şûna Kovara Zanko “Kovara National Geographic bi Kurdî” derxin. Ewrareş pirsên me yên têkildarî amedakarî, naverok û xabatên kovarê de bersivandin.
Gelo di sedsala 21’ê a mîna ‘Serdema Înformasyonê’ tê binavkirin de rewşa Kurdî çi ye?
Bi rastî em wek komekê, înternet û rojeva zanist û teknolojiyê baş dişopînin. Piraniya kesên ku ji bo kovar û malperê dinivîsinin jî beşa mijara xwe xwendine. Wek mînak, kesekî ku ji bo mijara Stêrkan gotarekê binivîse, ev kes zanayê vê mijarê ye. Li aliyê din piştî sala 2004’an Kurdî cara ewil berê xwe da înternetê û zimên bi her awayî li ser vî warî belav bû. Piştî xebatên me, xebatên komên din û xebatên takekesî em dikarin bi rehetî bibêjin ku Kurdî di warê înternetê de tevî kêmasiyên xwe û bêderfetiyan jî cihekî girîng girtiye. Niha Facebook xizmeta Kurdî dide. Twitter jî ji bo vê beş vekiriye û Google jî bi heman awayî pêşiya Kurdî vekiriye. Em dikarin vê yekê bibêjin; “heke Kurdî di saziyên fermî de were bikaranîn û bibe zimanê perwerdeyê ew rewşa belavbûnê wê zûtir bibe.”
Bikaranîna Înternet û Kurdî di jiyana Kurdan de çiqasî hevdu temam dikin. Înternet qadeke pêşxistina ziman e an jî bo me dibe alaveke asîmîlasyonê?
Rast e, li bakur statuya Kurdan qet nîne û li başûr jî heye lêbelê bi Soranî. Her çiqasî Kurmancî bêstatû be jî li gorî Soranî di warê înternetê de, ne dûr e, em dikarin bibêjin hema hema jê derbas jî kiriye. Li Başûr ziman di zanîngehan de her awayî tê hînkirin, lêbelê li Bakur ev ziman bi tenê di warê dîrok û edebiyatê de ye û ev jî kêmasiya beşên din nîşan dide. Ji bo ku ziman di warên fermî û saziyan de bê bikaranîn statû lazim e lê ji bo înternetê ev yek ne rêzik e. Înternet warekî azad e û bi saya vê ziman dikare her awayî kirasên xwe biguherîne û rûpoşên nûjentir li xwe bike. Înternet awayekî baş e, lê belê di heman demê de ji bo asîmîlasyonê amûreke bêhempa ye. Ji ber ku îro piraniya ciwanên Kurd ji înternetê baş fêm dikin û her roj li ser toreke ciwakî têkîliyê bi hevdu re dideynin.
Gelo Kurd li ser Înternetê çima ewqasî hindik xwedî li zimanê xwe derdikevin?
Elaqeya Kurdan a ji bo înternetê zêde ye. Lêbelê ev têkîlî mixabin bi piranî bi zimanê serdest pêk tê. Îro ciwan bi telefonê biaxivin dikarin bi zimanê xwe yê Kurdî xwe rave bikin. Lê belê gava dem hate nivîsandinê polîtîkaya asîmîlasyonê ya xweber bi rola xwe radibe. Ji ber vê yekê li dibistanan perwerdeya Kurdî nebe, her çiqas hewldan hebe jî heke ciwanên me nifşên nû nikaribin bi zimanê xwe binivîsin, ev tehlûkeyeke mezin e.
Em behsa kovara we bikin, heta niha we 3 hejmar derxistin. Gelo çima tercîha we e-Kovar bû, ji ber nebûna derfetan yan we rêyeke nûjentir ceriband?
Bi rastî jî me li pey xwe 3 hejmarên têr û tijî hiştin. Hemû agahiyên ku di hejmaran de cih digirin, agahiyên mayînde ne, kêm zêde hin ji wan yên rojane ne. Lê belê piraniya wan agahiyên neguher yên mayînde ne. Kovar di warê xwe de yekem e, ne bi tenê zanistî, hemû beşên vî warê teknîkî û zanistwarî dihewîne. Wekî ku me di daxuyaniyên xwe de jî got, ji ber derfetên neyînî niha em nikarin çap bikin û em bi awayekî e-Kovar wan hejmaran derdixin. Hejmarên me 2, 3 mehan carekê derdikevin. Li aliyê din jixwe teknolojî ber bi sîberê ve diçe, em jî bi dû vê leza teknolojiyê dikevin. Em dizanin piştî çend salan dê kaxiz ji holê rabe. Jixwe ji niha ve her tişt bûye înternet. Kurd li çar aliyê cîhanê belav bûne. Îro em çap bikin jî em nikarin bi her awayî bigihînin hemû deran. Lê belê gava înternet be her kes dikare xwe bigihîniyê. Jixwe gava em li ser înternetê belav dikin em tu pere û berdêl naxwazin. Armanca me bi temamî bipêşxistina Kurdî û tijîkirina valahiya vî warî ye.
Di warê e-weşangeriya Kurdî de hevrê an hevalê Kovara Zanko hene an jî yekane ye?
Bi rengê Kovara Zanko kovereke din a e-kovar tune ye. Lê belê bi dehan kovarên edebî û helbestî, lêkolîn, rexne û teoroyî hene. Herî dawî kovara Felsefeyê jî derket. Bi rastî ev yek tijîkirina valahiyan e û divê hemû valahî tijî bibin. Zanko ji bo vê yekê ji Zanistê heta Otomotîvê, ji Teknîkê heta Teknolojiya nûjen beşên cur bi cur xistiye nava xwe. Bi Zanko gelek valahî tijî dibin. Me bi rengê xwe yên pir-mijar, xwe da pêş û em niha li pey berfirehtirkirina wan xebatan in. Li bazara Kurdî kovar pir in, wek mînak Kovara Bîrnebûn û ya Kelha Amed, gava nekarîn kovarê bigîhînin, ew li ser malperê herwe (belaş, bêpere) belav dikin.
Amadekarî û xebatên kovereke sanal li gor kovarûn tên çapkirin hesantir xuya dike, gelo bi rastî wisa ye?
Amadekirina kovarekê pir zehmet e. Em bi tevahî digihîjin 40 kesan, ango 40 kes ji bo xebatên me xwedî ked in. Kovargeriya zanistê hinekî hişmendiyeke serdemî dixwaze. Ji bo vê divê di serê riyê de em nexşeriyekê amade bikin. Em li gor vê nexşeriyê mijaran hildibijêrin. Bo nimûne, di destpêka kovarê de me behsa agahiyên berfireh yên gerstêrkekê kiriye, em heta dawiyê wan gerstêrkan yek bi yek didin nasîn. Ango rojeva me ji ya cîhanê cudatir e. Em li gor zanebûn û agahdariya warê Kurdî dimeşin. Em dixwazin ku ev dûrahiya me ya ji zanistê ji holê rabe. Ji bo vê yekê jî pêşî bi agahiyên mayînde, piştre jî rojane. Li aliyê din gelek dosye jî di kovarê de cih digirin. Dosyeyên me gelek caran li ser kesayetên Kurd in. Mesela me di hejmara xwe ya 3’yan de behsa Ismaîl Ebû Iz El Cezirî kir. Ev kesayet zanayekî bêhempa yê serdema xwe ye.
Hûn xwe ji kîjan çavkaniyan xwedî dikin?
Tevî van zanyariyên rojava, em berê xwe didin rabûrdaya xwe jî. Armanca me ne tenê agahiyên rojava ye, em dixwazin zanyariyên xwe yên xwerû jî vejînin. Xebatên me tevî kovarê, li ser malperê bi agahiyên nûjen dimeşin. Malperên National Geographic, TeknoKurd, Bernamegeh û Rasteqîn News yek ji wan in… Ev xebatên me jî bi nûjeniya xwe ve berdewam in. Zanko bi navên din li ser medyaya civakî jî aktîf e. Bo nimûne, li ser Twitter, Facebook û Instagramê bi navê NatGeo Kurd û Kovara Zanko gelek xebatên çalak tên meşandin. Em her gav dixebitin, xebatên kovarê her gav di riya xwe de li paşxaneyê dimeşe. Bi kurtasî em xwe wek evîndarê zimanê Kurdî dibînin û bi dil û can xwe didin vê yekê.
Armanca Kovara Zanko çi ye?
Armanca Kovara Zanko têxistina hişmendiya zanistî ya bo Kurdî ye. Di zimanê Kurdî de destpêkeke bi vî awayî hewce bû. Ji ber ku bi dehan kovarên edebî û helbestî hene, lê belê wek zanistwarî mixabin tunebû. Pir caran em ji zimanên din werdigerînin. Ji bo bipêşxistina zimên werger şert e. Wergerên herî dijwar yên ku zimên dixe zorê em bi hêsanî û bi têgehên serwextker werdigerînin. Kêmasiyeke teknîkî heye, kêmasiyeke zimanê teknîk û zanistî heye û divê ew kêmasî bi şikandina sînorên zimên bê çareserkirin. Em piştî vê demê li pêşiya xwe tu astengiyên têgehan nabînin. Kurdî têra xwe heye û ji zimanên din bêhtir li gor zanist û teknîkê xwedî kiras e. Em bi vê yekê pir bawer in ku zanyariyên mayînde dê ji bo siberoja Kurdî bibe çavkaniyeke sereke. Sibe, dusibe di dibistanan de dê agahiyên me wek çavkanî werin bikaranîn. Îro belkî dibe ku elaqe kêm be, lê bo dahatûyê çavkanî amade ne. Zanko ji bo hin derdorên ku dibêjin “Kurdî ne zimanê zanistê ye” bersiveke şênbêr e. Gava National Geographic Kurdish jî bibe fermî, ku xebatên li ser vê berdewam in, ev bersiva şênbêr wê ji bo wan derdoran bibe eks.
ÎBRAHÎM BULAK/FRANKFURT