Sibê 21ʼê Sibatê roja zimanê dayikê ye. Bi rasthatina vê rojê, îro ez ê jî li ser mijareke der barê zimanê Kurdî de binivîsim. Bi vî awayî jî ez ê hewl bidim maneyekê û qedrekî bidim vê rojê; kesên di ber ziman de can û ked dane, rondik û xwêdan rijandine, keser kişandine û xemxwar in, bi bîr bînim.

Bi taybetî zimanê Kurdî, bi giştî jî ziman yên gelan in. Di nava xelkê de çêdibin û ruh bi wan tê. Li gorî wan jî difesilin, diedilin. Lê çawa di dîrokê de gelek caran qewimiye; di vê mijarê de jî desthilat, kedxwar û mêhtinkaran dest danîne ser vê berhema civakan û komên mirovan. Bi hêz û qudreta ji xelkê girtine, difesilînin û dikin ku pê ferqê dixin navbera xwe û kesên li jêr destê xwe. Bi vî awayî jî hewl didin serdestî û mezinahiya xwe nîşan bidin. Bi awayekî ji awayan rûnê xelkê di serê xelkê de didin. Bi vê jî ji xelkê re dibêjin, em nebin zimanê we tineye. Û heta dikarin bibêjin, em nebin hûn tinene. Yan jî bi xasûk wê bibêjin, em ji bo we û li ser navê we hene.

   

Li Kurdistanê zimanê herî xweş û rewan li ber pêsîrên dayikan berşîr bûye. Li şevbêrkan li ser zar û zimanê kilambêjan mîna avên boş ên çemên buharê xulxuliye. Di şevên dirêj ên zivistanê de bi çîvanok, çîrok ûçîrokbêjan bi xewn û lewn bûye. Li ser lêvên pîran û dûrikên pîrekan; bi zikir û sema pîroz bûye; weke ewladeke şîrhelal ji dayik bûye.

Kurdistan di dused salên dawî de mêhtingeh e, dagirkirî ye. Pirraniya Kurdên zanin bixwînin û binivîsin, li ber destê dagirkerên xwe mezin bûn. Li şûna pîr û jîrikên civakê, mixabin ev kesan weke ronakbîr cih girtin. Kesên armanca tîrên min ên rexneyê ne, pirraniya wan neyekser be jî xwe spartine hêza desthilatan û bi vî awayî gotina wan li ser civakê bi bandor dibe. Bi vê jî civaka Kurd roj bi roj bi têgihiştina serdestan kedî bû û ji kirasê xwe derket ket kirasekî din.

Li ser tevna civakî ya înternetê hinek guftûgo hene, bivênevê bala mirov dikişînin û ev mijara ku ez qala wan dikim xwe tê de dide der. Mînak kesek tiştekî dinivîse û tu dibînî kesek radibe dibêje, “mamoste ma ev gotin ne Erebî ye.” Paşê mamoste jî bi heybeteke îlahî bersivê dide; “Ev gotin ne ji zimanê me ye; ev gotineke Erebî ye û di zimanê me de jixwe gotineke aryanî heye sê hezar sal berê di Avestayê de hatiye bikaranîn û divê em wê bikarbînin.” Ez li vir qala mijareke zimannasiyê nakim. Li vir qala kesekî dikim ku bi perwerdeya dibistanên dagirkeran gihiştiye û li serê civakê bi rola mîmar radibe. Ziman yê civakê ye, ne li gorî têgihiştina civakê, lê bi têgihiştina serdestan difesilîne. Ji bilî rewşên awarte ango dagirkerî, mêhtingerî û asîmîlasyonê, danûstendina ziman û çandan tiştekî asayî ye. Bala xwe bidinê, bindest vê nîqaşê dikin. Ingilîz nabêjin, ev gotin ji vir hatiye em wê biqewitînin. Berevajî gelek gotinên xwedî maneyên cihê yan jî xweşawaz digirin, mîna sosekê bi kar tînin; aşxaneya xwe ya ziman dewlemend dikin.

Bê şensiya Kurdan ew e, ‘zanyar û ronakbîrên Kurdanʼ li saziyeke perwerdeyê ya Kurdan nagihîjin. Erê ez dizanim, di vê serdema me de saziyên Kurdan ên perwerdeyê hema bêje malbat jî di navê de nemaye. Lê eger xwendeyên Kurdan li xwe mikur bên û bibînin ku cihê lê xwendine, saziyên dagirker, mêhtinger an jî sermayedaran in, hingê wê karibin xwe ji qirêja wan bişon û karibin tişta bi kêra wan bê bigirin û bidin civakê. Erê erê, meseleyeke çînî û tebeqeyî heye. Ev jî xwe di mijara ziman û çandê de jî nîşan dide. Gelên mîna Kurdan ên bindestê dagirkerî û mêhtingeriyê, xizan in. Lê tebeqeyên wan ên jor bi pirranî xwe nêzî desthilatên dagirker dikin. Ji lewra jî bêhtir hejar û xizanên gelê Kurd xwedî li nasnameyê derdikevin. Mezinê Kurdan jî da ku ji bo xwe di nava serdestan de cih çêkin, bazara Kurdî dikin. Mîna xemxwarê Kurdî xwe nîşan bidin jî ti carî pê li cihê şil nakin. Ev kes niha hewl didin zimanekî Kurdî çêkin di ser zimanê gel re û heta gel jê fêhm neke û bi vî awayî cudahiya xwe û xelkê nîşan bidin û bi vê mezinahiya xwe di nava gel de çêkin. Ji vê xêr ji bo gelê Kurd nîne. Xemxwarên zimanê Kurdî divê di nava gelê xwe de bin; jê re xizmetê bikin, cewr û cefayê bikişînin. Divê ji çavkanî û maka xwe dûr nekevin, berevajî pê re dilsoz bin; jê bigirin, xweş bikin, bifesilînin û biedilînin. Her gîha li ser koka xwe hêşîn dibe. Eger em ê qala xwebûnê bikin jî bi vî awayî em dikarin bikin.