Ersanli diyar kir ku wê ji bo doz li hemû weşanên heqaret ên der barê wê de hatine weşandin, doz vebikin û wiha axivî; "Polîs di mala min de bi demjimêran li dokûmanên peyvên “xweserî” û “kurd” têde hebûn geriyan. Gava nedîtin xwestin di mala cîranên min de jî lêgerîn pêk bînin, lê parêzeran nehiştin.
Ji min ne “dabeşkarî” ne jî 'perwerdeya serhildanê ya ji bo gel’ nepirsîn. Tenê ji min dersên ku min di Akademiyê de dane û çima bûme endama BDP’ê’ pirsîn. Min jî got 'ji ber min dît ku tenê hêvî û asoyek a dahatûyê heye, ew jî ew e’.
Dersên ku min di akademiya siyasetê de dane ji min pirsîn. Min der barê sîstema çandî-siyasî û partiyan de ders da. Di pirtûka min a ku li KA-DER'ê hate çapkirin, jixwe qala van mijarane tê kirin. Gelo 'dabeşkarî-îsyan’ li kûdera vê heye?

Min ji parêzerên xwe re jî got ku der barê hemû bêbextî, gef û heqaretên li hemin hatin kirin û hatin weşandin de doz vebikin. Her wiha ez bi taybet malavahiya hemû akademîsyenên ku piştgirî didin, dikim."

ANF/STENBOL