51 saziyên li Elmanyayê dest bi kampanyaya ‘Êdî bes e’ kirî û got, “Em ê bi têkoşîna hevpar, qedexe û astengiyan ji holê rakin.”  Nûnerên kom û saziyên ji gel û olên cuda yên li Elmanyayê li hev civiyan û dest bi kampanya ‘Êdî bes e’ (Es reicht) kirin. Armanca vê kampanya 51 saziyan ew e ku hikûmeta federal a Elman dawî li êrişên xwe yên li dijî hêzên demokrasiyê, nexasim jî li dijî gelê Kurd bîne.

Kampanya bi dirûşma “Em ê bi rêya têkoşîna hevpar mafên xwe yên bingehîn biparêzin” li paytext Berlînê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin. Civîna çapemeniyê li meydana Brandenburger Tor pêk hat û nûnerên saziyan daxwazên xwe ragihandin.

Metna hevpar a çapemeniyê ya saziyan ji aliyê rêveberê Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan (NAV-YEK) Yilmaz Gunay ve hat xwendin. Nûnerên saziyan jî her wiha bi kurtasî nêrînên xwe îfade kirin. Di metna daxuyaniyê de bal hate kişandinî ser astengiyên di dema dawî de zêde bûne.


Em qebûl nakin mafên me bên binpêkirin

Di daxuyaniyê de astengiya li pêşiya Festîvala Çanda Kurd a li Kolnê û êrişa polîsan a 4’ê Mijdarê ya li Dusseldorfê li dijî meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, hatin bibîrxistin û hat gotin:

“Meş û mîtîng, eşkerekirina nihêrîn û fikra xwe mafên me yên demokratîk ên bingehîn in li Elmanyayê. Lewma, em qedexe û êrişên li dijî van mafên xwe, qebûl nakin. Em ê qedexe û astengiyên li pêşiya pêwîstiyên me yên însanî, xwarin, vexwarin, pirtûk û muzîkê, qedexekirina al, pankart, wêne, dovîz û dirûşman, bi rêya têkoşîna hevpar ji holê rakin.”


AfD ne tesadûf e

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev feraseta ku azadî û mafên demokratîk nabîne, xizmetê ji zêhniyeta faşîst, nijadperest û antî-demokratîk re dike û hat gotin, “Ji ber vê yekê, cihgirtina hêzên faşîst, nijadperest, dijberê koçberan ên mîna AfD’ê li parlamena Elmanyayê, tiştekî tesadûfî nîne.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdebûna qedexe û zextan li ser wan ferz dike ku li Elmanyayê jî têkoşîna demokrasiyê bikin.


Piştgiriya ji bo PYD, YPG Û YPJ’ê

Saziyan da xuyakirin ku hewldanên hikûmeta Merkel ên ji bo krîmînalîzekirina hêzên demokrasiyê wê ti carî bi ser nekevin û diyar kirin ku qedexekirina PKK’ê ya ku kete sala 24’an û qedexekirina wêneyên Ocalan, al û sembolên Kurdan bi ti awayî mafdar û rewa nînin.

Saziyan da zanîn ku qedexekirina alên PYD, YPG û YPJ’ê jî asteke nû ya piştgiriya ji bo dîktatoriya Erdogan û DAIŞ’ê nîşan dide û wan got, “Bi rêya van qedexeyan, polîtîkayên dîktator Erdogan ên li dijî Kurdan li Elmanyayê jî tê meşandin û bi vî rengî hevkarî ji polîtîkayên faşîst ên AKP-MHP’ê re tê kirin.”

51 saziyan destnîşan kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo PYD, YPG û YPJ’ê bidomînin û ev bang kirin:

“Em bang li hemû dezgeh û saziyên demokratîk û antî-faşîst ên alîgirê mafên mirovan, demokrasî û azadiyê dikin, bi hev re têbikoşin.”


Kurd-Elman-Asûrî-Tirk

Sazî û organîzasyonên dest bi kampanyayê kirine pirreng in. Di nava wan de KCDK-E, AvEG-KON, TJK-E, ATIK, NAV-DEM, HDK-Ewrûpa, Fona Aştiyê ya Ewropayê ya li dijî Şer û Dîktatoriyê (BAF), Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewrûpayê (ADHK), Young Struggle (YS), Kongreya Gel a Demokratîk a Asûrî (MDDK), FEDA, CÎK, NAV-YEK, ISKU, YXK, IL- Intervenstionische Linke, TATORT - KURDISTAN, Rêxistina Partiya Çep a eyaleta NRW, Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PEKAN), NOR-ZARTOK, MLPD, CENI e.V (Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd), Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (Asûrî), VVN-BdA Dusseldorf û gelek rêxistin û partiyên din hene. Hemû bi yek dengî dixwazin dawî li siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan li elmanyayê bête anîn. 


BERLÎN