Şewba ji ber vîrusa koronayê ji bo deverên di bin ambargoyê de bi tehlûketir e. Wargeha Penaberan a Mexmûrê yek ji van deveran e. Li wargehê pêdiviyên tibî yên weke lepik, dezînfektan û kîtên tesbîtkirina şewbê nînin.
Şewba ji ber vîrusa koronayê seranserê dinyayê dabe ber xwe jî, li hin deveran tehlûkeya wê zêdetir e. Li wargeha penaberan a mexmûrê ku ji ber ambargoyê derfetên xweparastina ji vîrusê û her wiha dermankirina nexweşan pirr kêm e, komîteya tenduristiyê bang li Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê kir da ku alîkariya xizmetên tenduristiyê bide wargehê. Pêr jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî da bû zanîn, ew dixwazin di çarçoveya derfetên xwe de alîkariyê bigîhin wargehê. Lê dewama ambargoya siyasî ya PDK’ê li ser wargehê ferz dike, berpirsên wargehê ji felaketeke insanî ditirsin. Di rewşeke wisa de jî dewamkirina bi rijd a ambargoyê, kirinên dewleta Tirk a dagirker bi bîra mirovan dixe ku bi dagirkeriya bi qeyûman û qirkirina siyasî şerê xwe yê tinekirinê li dijî Kurdan dewam dike. Berpirsên wargêhê, rêxistinên mafê mirovan hêvî dikin ku PDK di vê rewşa lezgîn a ji bo siheta mirovan de, ji ya xwe bê xwarê û ambargoya li ser wargehê qet nebe ji bo alîkariyên tibî rake. Weke rojnamevan a tê bîra me jî ew e ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de şêniyên Mexmûrê Hewlêr parastin û niha hêviya insanî ew e, bi felaketeke din re rûbirû bimîne divê Hewlêr Mexmûrê biparêze.
Dor li 12 hezar kesan girtine
Ji ber ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê ambargo daniye ser, û ji ber paşguhkirina navneteweyî, şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di mercên zehmet de ne. Ambargo dewam dike. Gelek şêniyên wargehê ji cihên ku vîrusa korona lê belav bûye, hatine. Berpirsên Kampê metirsiyên xwe der barê rûdana keraseteke mirovî de tînin ziman.
Li Wargehê, Meclisa Gel 27`ê Adarê bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku alîkariyê bide şêniyên wargehê, ji ber ku ambargoyê peydakirina pêwîstiyên tenduristiyê zehmet kiriye. Li wargeha Mexmûrê qederê 12 hezar kes dimînin. Wargeh di bin parastina Komseriya Bilind Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Ji Tîrmeha 2019`an ve jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi serkêşiya PDK’ê ambargo daniye ser şêniyên wê. Lê belê Komseriya NY`yê heta niha ti helwêst nîşan nedaye. Li wargehê pêwîstiyên tenduristiyê û derman kêm in û tenê du navendên tenduristiyê hene. Yek jê girêdayî hikûmeta Iraqê ye û tê de kêm derman peyda dibin. Ya din jî navendeke xweser e ku şêniyan bi xwe çêkiriye.
Şêniyên waregehê bi lehengî 8`ê Tebaxa 2014`an de tevî Hêzên Parastina Gel (HPG) bersiva êrişa DAIŞ’ê dan û ewlehî li wargehê, bajarê Mexmûrê û Hewlêrê vegerandin. Lê diyar e Hewlêrê, nexasim jî PDK’ê ev qenciya hanê zû ji bîr kiriye û di ambargoyê de di vê rewşa felaketa insanî de jî israr dike.
Fermanên dewleta Tirk pêk tînin
Endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Rêveberiya Wargehê Bêwar Mexmûr diyar kir ku ji bo rakirina ambargoyê desthilatdariya herêmê xwestiye ku rêveberiya wargehê radestî wan bikin: “Me ew agahdar kirin ku ev tişta ew dikin ne qanûnî ye. Wan jî ji me re got, em îtirafê bi qanûnan nakin.”
PDK û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji mêj ve vê helwêsta ne insanî dewam dikin. Bêwar Mexmûr dibêje, ji 2015`an ve alîkariya Neteweyên Yekbûyî neketiye wargehê û desthilatdariya herêmê hemû rêxistinên insanî neçar kirine ku alîkariyê nedin şêniyên wargehê. Li gorî Bêwar mexmûr, “Desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi armanca şikandina îradeya şêniyên wargehê, fermanên dewteta Tirk pêk tîne.”
Banga alîkariyê li Rojava kirin
Li ser banga alîkariyê ya Meclisa Gel a wargehê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bêwar Mexmûr got, NY bi erka xwe ranebû û pêdiviya wargehê bi derman, kîtên naskirina vîrusê û dezînfetanan heye. Ji ber vê jî wan bang li Rêvebriya Xweser kiriye.
Rêveberiya Xweser di cîh de erênî bersiv dabû vê bangê. Hevserokê Desteya Tenduristiyê şaxê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa li ser mijarê got, “Me di civîna çapemeniyê jî de got, derxistina cîhazê “KIT” tiştekî mirovî ye. Heger pêwîstiya dewlet an jî saziyên tenduristiyê yên Rojhilata Navîn pê hebe em ê bidin wan. Em amade ne xizmetên tenduristiyê bidin koçberên li Mexmûrê jî.”
Hawareke insanî
Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê jî ji ber belavbûna şewba vîrusa koronayê banga alîkarîya tibî li Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kir. Dr. Loqman Kara têkildarî mijarê axivî û got, “Bi belavbûna vîrusa korona re em wek Komîteya Tenduristîyê gel der barê vê nexweşiyê de hişyar dikin. Ji bo ku em rê li ber vê nexweşiyê bigrin, me tevdîrên mîna rawestandina hatin û çûyînê, betalkirina dibistanan, şahî, taziye girtin. Wek tevdîr me 4 cihên karantînayê amade kir. Tevî ku rewşa Wargehê pir zelal e derfetên wê gelek kêm in, lê ta niha Neteweyên Yekbûyî, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ti alîkarî ji bo wargehê nekirine.
Niha metirsiyeke mezin li ser Wargehê heye.” Dr. Loqman Kara di dawiyê de bang li Neteweyên Yebûyî, hikûmeta herema Kurdistanê û hikûmeta Îraqê kir da ku di mijara pêdiviyên tibî yên mîna maske, lepik, cilên parastina ji vîrusê û hwd, de alîkariya wargehê bikin.
MEXMÛR