Şêniyên gundên rizgarkirî ku vegeriyan malên xwe kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku ew êdî dikarin bi dilê xwe bijîn. Zarokan jî destnîşan kir ku ew êdî dikarin rehet bilîzin û xwestin ku hemû zarok ji DAIŞʹê xilas bibin.

Gundê Bîr Saîd ku dikeve 20 kîlometreyan dûrî bajarê Reqqayê di pêngava sêyemîn a Xezeba Firatê ji aliyê şervanan ve hate rizgarkirin. Şervanan demildest xebatên paqijkirina gund ji mayîn û bermahiyên çeteyan dan destpêkirin. Piştî paqijkirinê gundiyên ku ji ber kiryarên çeteyên DIAŞʹê koçber bibûn, vegeriyan malên xwe. 

Pêşveçûna şervanan dişopandin

Gundiyê bi navê Ehmed Mihemed ku bavê sê zarokan e hovîtiya çeteyên DAIŞʹê wiha anî ziman: ʺÇeteyan em ji cîhana derdorê qut kiribûn, bi vê yekê dixwestin em nizanibin çi heye. Televizyon jî qedexe kiribûn û kesên bi awayekî veşartî lê temaşe dikirin, digirtin û ceza dikirin. Tevî hemû metirsiyan jî me dîsa bi awayekî veşartî lê temaşe dikir û pêşveçûna şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê dişopand.″

Zarok jî kêfxweş in

Zarokê bi navê Muhemed El-Ehmed yê 6 salî ji gundê Bîr Saîd e û ji kena rûyê wî diyar dibû ku bi vegera gundê kêfxweş e û dibêje: ʺEz pir kêfxweş im ku gundê min rizgar bûye, dema çeteyên DAIŞʹê li gundê me bûm, em bê av û nan bûn. Nedîn Hesen jî kêfxweşiya xwe wiha dibêje: ʺEv sê roj bûn em tî û birçî bûn, lê niha em rizgar bûn, emê karibin rehet bijîn. Em bi rizgarkirina gund kêfxweş û şa bûne. Em dixwazin ku hemû zarok ji zilma DAIŞʹê xilas bibin û bi rehetî bilîzin.ʺ


WARŞÎN SALIH  / ANHA / REQA