Li Tirkiyeyê bi sondxwarina Erdogan re wê rejîm doh bi fermî guherî. Guhertina rejîmê û derxistina 18 hezar kesî ji kar, cihekî berfireh di çapemeniya Ewrûpayê de girt.

Li Tirkiyeyê, piştî ku Serokê Giştî yê AKP’ê doh li meclîsê sond xwar, rejîm bi rengekî fermî guherî. Sîstema hikumetê ku ji Serokwezîr û wezîran pêk tê qediya û li şûna wê Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê dest pê kir. Bi vî rengî rejîma tekzilamî li Tirkiyeyê bi fermî dest pê kir.

Beriya ku Erdogan li meclîsê sond bixwe, hikumeta Tirk “Biryarnameya Rewşa Awarte ya dawî” weşand. Bi vê biryarnameyê re 18 hezar û 632 kes ji kar hatin avêtin, 12 komele, 3 rojname û qenaleke televîzyonê hatin girtin. Vê rewşê bi rengê “rejîma Erdogan xurt dibe” cihê xwe di çapemeniya Ewrûpayê de girt.

FAZ: Êdî bi dilê xwe ye

Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê “Frankfurter Allgemîne Zeitung” (FAZ) bi sernavê “Tirkiyeya Erdogan-Komara derxistina ji kar” cih da guhertinên ku Erdogan di nava rejîmê de kiriye. Di şîrove-nûçeya rojnameyê de ku bi navê nûçegihanê rojnameyê yê li Atînayê Mîchael Martens ve hate amadekirin, hate destnîşankirin ku piştî biryarnameya dawî wê Erdogan êdî karibe bi fermanê her guhertinê li gorî dilê xwe bike.

Siltanê pêşî yê Tirkiyeya nûjen

Deutsche Welle jî bi sernavê “Erdogan sûltanê destpêkê yê Tirkiyeya nûjen e” cih da mijarê. Di analîzê de hate ragihandin ku ji hemû lîderên siyasî yên li Tirkiyeyê bêhtir erk ketine destê Erdogan.

Pisporên ku li ser mijarê ji Deutsche Welle re axivîn diyar kirin ku sîstema serokatiyê ya li Tirkiyeyê nabe ku bi sîstemên li Fransa û DYA re bê nirxandin û erkên ketine destê Erdogan yek bi yek raxistin pêş çavan.

Aborî wê xerabtir bibe

Rojnameya aboriyê ya Elmanyayê Handelsblattê jî işaret bi nêrînên bi heman rengî kir. Nivîskarê rojnameyê Gerd Hohler di şîroveya xwe de got, “Bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê qewimîn, desthilatdariya Erdogan xurtir kir. Erdogan beton li ser desthilatdariya xwe rijand û kir ku nema bê hilweşandin.”

Nivîskar diyar kir ku desthilatdariya ku Erdogan bi tena serê xwe bi rê ve dibe, ne tenê ji bo demokrasiyê her wiha ji bo aboriya Tirkiyeyê jî qet nebaş e û ji bo Tirkiyeyê gotina “welatekî rageşiyan” nivîsand.

 

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN